Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Neamadebûna ji ber nexweşiyê zêde bûye

Hat weşandin fredag 27 november 2015 kl 11.19
Begler: ”Rewş cidî ye”
(2:06 min)
Birêvebira giştî ya kaseya sîgortê Ann-Marie Begler. Foto Bertil Ericson / TT
Birêvebira giştî ya kaseya sîgortê Ann-Marie Begler. Foto Bertil Ericson / TT

Diyar e zêbûna rewşên neamadebûna ji ber nexweşiyan kêmtir nabin. Ann-Marie Begler, birêvebira giştî ya kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, vê yekê dibêje dema rapora taybetî ya derbarê pêşketina rewşên neamadebûna ji ber nexweşiyan teslîmî hikûmetê dike. Li gor wê rewş cidî ye.  

-Ev pirseke civakî ya giring e ji ber neamadebûna ji ber nexweşiyê mesrefeke zêde ye ji bo civakê. Her ji bo xewdanên kar jî giring e eger beşekî mezin ji karkerên wan nexweş bin. Lê ya herî giring ji bo wan kesên ku zerer li wan dibin û li malê ne ji ber nexweşiyên xwe. Begler berdewam dike û dibêje, ew dikevin rewşên aborî yên zehmet de û gelekê caran ji jiyana xwe ya normal dûr dikevin.

Neamadebûna ji ber nexweşiyan ji 2010 de her bilind dibe û herçend ku hikûmet armanca şikandina vê zêdebûnê daniye her li gor kaseya sîgorteyê ev armanc dûr e.

Di şûnê de kaseya sîgorteyê di pêşbîniyên xwe de diyar dike ku hejmara navincî ya rojên nexweşiyê di 2020 de tên payin ku dê bigihêje 13 rojan û armanca hikûmetê neh roj bûn.

Ev zêdebûn jî mesrefeke zêde ji bo civakê ye û li gor Ann-Marie Begler divê hem xwedanên karî û hem jî doktor bêhtir çalak bin ji bo rêlibergirtina vê pêşketinê.

Begler dibêje divê wekî nimûne beşê tendirustiyê bi dezgehê re li hev bin derbarê pêwîstiya nexweşnivîsandinan. Li gor wê îro bi hêsanî yek kare here ba doktorekî din eger doktorê pêşî belgeya nexweşiyê ji wan re qebûl neke.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".