Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Agirê Nisêbînê digihe Swêdê

Hat weşandin fredag 27 november 2015 kl 11.34
"Divê em çavê Swêdê ji vî şerî re vekin"
(10 min)
Gel kuştiyên xwe binax dikin. Wêne: Ilyas Akengin/TT.
1 av 4
Gel kuştiyên xwe binax dikin. Wêne: Ilyas Akengin/TT.
Dîmenên ji kolanên Nisêbînê. Wêne: Ilyas Akengin/TT.
2 av 4
Dîmenên ji kolanên Nisêbînê. Wêne: Ilyas Akengin/TT.
Dîmenên ji kolanên Nisêbînê. Wêne: Ilyas Akengin/TT.
3 av 4
Dîmenên ji kolanên Nisêbînê. Wêne: Ilyas Akengin/TT.
Gel kuştiyên xwe binax dikin. Wêne: Ilyas Akengin/TT.
4 av 4
Gel kuştiyên xwe binax dikin. Wêne: Ilyas Akengin/TT.

Ev demek e ku ji ber bûyerên leşkerî li hin bajarên li bakûrê Kurdistanê derketina derve bi rojan tê qedexe kirin. Mînakeke dawî qedexeya li Nisêbînê ye ku 14 rojan berdewam kir.

Ev 14 roj bûn ku li bajarê Nisêbînê derketina derve qedexe bû.  Ji ber şerê di navbera artêşa tirk û hin komên kurd ên biçek de li tevahiya bajêr derketina derve ji aliyê dewletê ve hatibû qedexe kirin.

Ev du sal e ku Şefîk Duman di navbera Borlänge û Nisêbînê de diçe û tê. Malbata wî li Swêdê dijî û ew li Nisêbînê siyasetê dike. Ew endamê meclîsê yê şaredariya Nisêbînê ye û di heman demê de delegeyê Mêrdînê yê Koma Civakên Demokratîk e. 

Beşê kurdî yê Radyoya Swêdê li ser rewşa dawî ya li Nisêbînê hevpeyvînek bi Şefîk Duman re çê kiriye.  Ew halê wêran ê Nisêbînê salox dide.

Ji bo balkişandina ser rewşa li Nisêbînê û şermezarkirina êrîş û kuştina gelê sivîl Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd li Swêdê, NCDK, li Stockholmê xwepêşandanekê li dar dixe. Bahar li Stockholmê xwendekar e. Malbata wê bi xwe ji Nisêbînê ye û ew ê  siba, roja şemiyê, beşdarî vê xwepêşandanê bibe.

Xwepêşandan siba, roja şemiyê, li saet 13:30an li Mariatorgeta li Stockholmê ye.


Ji bo zêdetir li hevpeyvînê guhdarî bikin. 


Amadekar: Robîn Şahîn

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".