Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Åkesson dixwaze helwesta misilmanan qeyd bike

Hat weşandin fredag 27 november 2015 kl 13.20
”Em dixwazin li berfirehiya islama radikal binerin“
(2:10 min)
Jimmie Åkesson håller sommartal. Foto: Richard Nilsson/TT.
Jimmie Åkesson håller sommartal. Foto: Richard Nilsson/TT.

Serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson dixwaze fikir û helwestên misilmanên li Swêdê dijîn lêkolîn û qeyd bike, ew dixwaze bizane bê radîkalîsma olî çend berfireh e li Swêdê.

Ew ji rojnameya Svenska Dagbladet re dibêje ku ji bo hemû aliyan baş e ku gotûbêj li ser rastî û heqîqetan ava bibe û ne li ser pêşdadweriyan.

Ev daxuyanî ber bi destpêka kongreya partiyê ve hati ya ku îro li Lund destpê dike. Di kongreyê de dê sê programên nû, derbarê zarokan, siyaseta ewleyiyê û ya pirsên derve û herweha siyaseta endustriyê bên pejirandin. Dê herweha li bernameya siyaseta bi pirsên tawankariyê ve girêdayî ye hûr bên nerîn.

Jimmie Åkesson dê careke din JI bo ciyê serokatiya partiyê bên hilbijartin û ew derbarê guherînên ku di siyaseta koçê de bûne kêfxweş e.

- Em dê her li ser ya xwe bimînin û heman siyaseta koçê birêve bibin. Ew behsa pêşniyazên partiyên hevbendiyê dike yên nêzîkî siyaseta wan ya koçê ne û dibêje ku hîna gelek ji wan re maye ta bi carekê re bigihêjin aliyê me.

Li gor Åkesson siyaseta partiya wî ya herî bi bawerî ye, bi taybetî nuha. Me ji berê ve behsa rewşa ku em îro ketinê de dikin. Ji bo me ev ne tiştekî nû ye.

Derbarê pirsa misilmanan Jimmie Åkesson ji rojnameya Svenska Dagbladet re dibêje em naxwazin bêjin ku hemû misliman terorîst in lê li aliyê din jî Swêd zêde sist e. Em nikarin li helwesta kesên misilman binerin û lêkolînan çê bikin, em zanin ku di hundirê vê grûpê de pêlên radîkal hene. Åkesson dibêje ku dê ji bo temamê civakê baş û bifêde be eger em berfirehiya vê pêla radîkal nasbikin.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".