Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Penaberî ... پەنابەری

Swêd penaxwazan dişîne welatên din

Hat weşandin tisdag 1 december 2015 kl 10.31
"Hejmar hîn jî ne xuya ye, di dawiya heftiyê de tê xuyakirin"
(1:49 min)
En polis övervakar kön av ankommande flyktingar i snålblåsten vid Hyllie station utanför Malmö. Foto: Johan Nilsson/TT.
Penaxwaz li Malmöyê. Wêne: Johan Nilsson/TT.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê îro daxwaza hikûmeta Swêdê qebûl kir, ku welatên din ên yekîtiyê beşek ji penaxwazên tên Swêdê li cem xwe bihewînin.

Ji bilî wilo, 4500 koçberên li Îtalyayê û Yûnanê ku nêt kirine bên Swêdê, dê ji berpirsiyariya Swêdê derkevin.

Ev agahî ji aliyê komîsyonerê pirsên penaberan ê yekîtiyê Dimitris Avramopoulos ve hat, dema ku doh êvarî serdana Stockholmê kir, û piştî civîna bi Avramopoulos re, wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson razîbûna xwe anî zimên:

- Niha me bi kêmanî gava pêşî standiye. Hîn jî hejmara van penaxwazên ku emê bişînin welatên din ne xuya ye çiqas e, lê ji xwe em tam li ser van xalan didin û distînin. Di civîna wezîrên koçê yên Yekîtiya Ewropayê di dawiya heftiyê de, ez bawer im emê werin agahdarkirin bê ev hejmar dê nêzîkî çiqas be.

Wekî din Swêdê gotibû ku dê pêşwaziya 4500 penaberên ku niha li Îtalyayê û Yûnanê ne, bike. Lê komîsyonerê pirsên koçê yê Yekîtiya Ewropayê Dimitris Avramopolous doh êvarî ragehand ku Swêd ne mecbûr e pêşwaziya wan penaberan bike.

Tê zanîn ku Yekîtiya Ewropayê biryar dabû 160 000 penaber li ser welatên yekîtiyê werin dabeşkirin. Swêd welatê yekem bû di yekîtiyê de ku dest bi pêşwaziya para xwe ji van penaberan bike. Wekî din proseya dabeşkirinê pir giran dimeşe, heta niha tenê 159 penaber hatine şandin bo welatên nîşankirî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".