Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Lêkolîna SCB:

Piştgiriya (SD) di raya giştî de bilindtir dibe

Hat weşandin tisdag 1 december 2015 kl 11.34
Sverigedemokraternas Jimmie Åkesson. Foto: Björn Lindgren/TT.
Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson. Wêne: Björn Lindgren/TT.

Di lêkolîna raya giştî ya buroya navendî ya statîstîkê (SCB) de, herdu partiyên hikûmetê, wate Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê paş ve dikevin. Di heman demê de piştgiriya Demokratên Swêdê pir bilind dibe.

Li gorî vê lêkolînê, heger îro hilbijartin çê bibin, ji 5 swêdiyan, swêdiyek (19,9%) dixwaze dengê xwe bide Demokratên Swêdê. Ev rêje bi qasî 7 yekîneyên ji sedî ji piştgiriya partiyê ya hilbijartinên 2014an bêhtir e.

Ji aliyê din ve, mezintirîn partiyên swêdî, Sosyaldemokrat, bi qasî 3,4 yekîneyên ji sedî paş ve dikevin; di hilbijartina 2014an de partiyê 31% ji dengan bi dest xist, û di lêkolîna îro de piştgiriya wan bi qasî 27,6% ye. Hevalbenda Sosyaldemokratan di hikûmetê de, Partiya Jîngehê, bi qasî yekîneyek ji sedî paş ve ketiye.

Ev lêkolîn di navbera 2 û 25ê meha 11an de hate çêkirin, ango rojek piştî biryara dîrokî ya hikûmetê derbarê siyaseta koçê, ya 24ê mehê.

Ev lêkolîn a herî mezin e ku raya giştî li Swêdê dipîvîne, ku di salê de 2 caran tê çêkirin.

Encamên pîvandinê – û encamên partiyan di hilbijartina 2014an de:

 

Partiya Navendê – Centerpartiet (C): 6,5 % (+0,4%)

 

Partiya Lîberalan – Liberalerna (L)  5,5 % (+0,1 %) Berê bi navê Folkpartiet.  

 

Moderat (M): 23,5 % (+0,2 %)

 

Demokratên Xiristiyan – Kristdemokraterna (KD): 3,5 % (-1,1 %)

 

Sosyaldemokrat (S) : 27,6 % (-3,4 %)

 

Partiya Çep – Vänsterpartiet (V): 5,5 % (-0,2 %)

 

Partiya Jîngehê – Miljöpartiet (MP): 5,9 % (-1,0 %)

 

Demokratên Swêdê – Sverigedemokraterna (SD): 19,9 % (+7,0 %)

 

Partiyên din: 2,1 % (-2,0 %)

 

Blokên siyasî:

 

C+L+M+KD: 39,0 %

 

S+MP: 33,5 % +V: 39,0 %

 

SD: 19,9 %

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".