Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Lihevkirina siyaseta koçê

Nerazîbûn di nav hin baskên (MP) de

Hat weşandin tisdag 1 december 2015 kl 12.18
"Vê lihevkirinê hinekî ez bi şoke kirim"
(1:43 min)
Hevserokên Partiya Jîngehê Gustav Fridolin û Åsa Romson, û serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén. Wêne: Kicki Nilsson/TT,
Hevserokên Partiya Jîngehê Gustav Fridolin û Åsa Romson, û serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén. Wêne: Kicki Nilsson/TT.

Gelek kes di nava Partiya Jîngehê de dixwazin lihevkirina hikûmetê derbarê siyaseta koçê de hilweşînin.

Doh li Stockholmê û Malmöyê civînên awarte yên endaman hatin lidarxistin ji bo minaqeşekirina nerazîbûna endaman ji lihevkirinê. Mats Pertoft, birêvebirê partiyê li herêma Stockholmê dibêje:

- Em vê civînê li dar dixin hem ji bo ku agahiyên berfirehtir derbarê vê lihevkirinê bidin endaman, hem jî ji bo ku em bi azadî vê lihevkirinê di nav endamên xwe de minaqeşe bikin.

Mats Pertoft dibêje ku ew bi xwe hinekî ji ber vê lihevkirinê ecêbmayî ye:

- Vê lihevkirinê hinekî ez bi şoke kirim. Ev siyaset ne ew siyaseta ku em fêr bûne bi rê ve bibin û temsîl bikin, e. Em mecbûr bûne ku em vê siyasetê bimeşînin.

Li civîna Malmöyê hate bangkirin ku dengdaneke endaman li dijî vê lihevkirinê were destpêkirin, û di nava çend rojan de, 180 kes li bin vê bangê îmze kirine.

Ji bo ku ev dengdan bi rastî were bicîkirin, gerek bi kêmanî 10% ji endaman li binê îmze kiribin, ango 1700 nav. Naveroka vê dengdanê dê ew be, bê ka ev lihevkirin dê were qebûlkirin, yan jî ka gerek Partiya Jîngehê ji nû ve, ji bo naverokeke din, bi hevalbenda xwe Sosyaldemokratan re bide û bistîne.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".