Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Avjen Sarah Sjöström zêra şahkariyê stand

Hat weşandin tisdag 1 december 2015 kl 14.59
Sarah Sjöström. Foto: Marcus Ericsson/TT.
Sarah Sjöström. Wêne: Marcus Ericsson/TT.

Avjen Sarah Sjöström zêra şahkariyê ya ji aliyê rojnameya Svenska Dagbladet ve, ya sala 2015an stand.

Sekreterê komîsyonê Anders Lindblad ev hilbijartin wisa şirove kir: ”Ji ber viyana wê ya pir mezin, û şikandina rekor piştî rekorê”.

Sarah Sjöström ev xelat wisa ji bo kanala Radyoya Swêdê ya P4 Extra şirove kir:

- Ev yek ji min re tişteke gelekî bi wate ye. Kesên di juriyê de rûdinên, hemû pispor in, û ez pir kêfxweş im ku wan ez hilbijartim. Hêviyên qezenckirina vê xelatê ne pir bilind bûn, lê va min stand, û ev xelat ji min re cihê serbilindiyê ye.

Sjöström meha 8an a vê salê dîrokeke nû nivîsand, dema ku di şampiyoniya cîhanî li Kazana Rûsyayê de du medalyên zêr, 2ên zîv û yeka bronz qezenc kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".