Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tedbîrên nû li dijî tawankariya organîzekirî

Hat weşandin tisdag 1 december 2015 kl 17.43
"Gerek ev komên çete werin rûxandin"
(1:57 min)
Pistolhot. Foto: Claudio Bresciani/TT.
Wêne: Claudio Bresciani/TT.

Îro hikûmetê rêzeke tedbîrên nû ji bo karê li dijî tawankariya organîzekirî pêşkêş kirin.

Bo nimûne, hikûmet dixwaze qanûnên çekan li Swêdê dijwartir bibin, û ku gerek hukmê amadekariya tawanan di bêhtir cureyên tawanan were dan. Wezîrê dadê Morgan Johansson:

- Gerek civaka me wisa nefikire ku ev komên tawankar dê bikaribin karê xwe bikin, bi şertê ku tawanên wan kesekî bêguneh neêşîne. Gelek kes hene ku dibêjin; bila tahde li me neyê, û çi dikin bila bikin. Em piştgiriya vê zihniyetê nakin. Tawanên van koman herdem tahdeyê li civakê gişî dike, û ji bo wilo gerek armanca me ew be ku gerek ev kom werin rûxandin.

Ji bo ku dezgeh baştir bikaribin bi ser serkêşên koman ve bin, hikûmet dixwaze ku kesên serkêş werin dadkirin, dema ku ew bizanibin ku tawaneke cidî, mîna kuştin yan şidetê, tê amadekirin, û tiştekî nake ji bo ku vê tawanê bisekinîne. 

Ji bilî wilo, hikûmet dixwaze îmkaniya dadkirina ji bo amadekariya tawanan mezintir bibe. Wate, gerek amadekirina bêhtir cure ji tawankariyê bibe bingeha dadkirin, bo nimûne îcbarkirina zewacê, diziya giran, sextekariya giran û şideta giran.

Herweha dê hikûmet tedbîrên taybet li 14 deverên cuda yên Göteborg, Stockholm, Malmöyê û çend bajarên din bistîne, ji bo rê li ber tawankariya organîzekirî bigire. Ji bilî wilo, hikûmet dixwaze cezayên çek dijwartir bike, nexasim bikaranîna neqanûnî ya madeyên teqok.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".