Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Galayeke ji çalakiyên kurd guhertî pêk hat

Hat weşandin tisdag 1 december 2015 kl 18.01
"Em hem kenîn hem jî girîn"
(6:49 min)
Göteborgs ungdomskör på scenen för Krigets Glömda Barn. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Galaya ji bo zarokên Kobanî bi koroya ciwanên Göteborg dest pê kir. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Roja yekşemê li Göteborg çalakiyeke ji şev û kombûnên kurd ku em fêrî wan bûne guhertî hate li dar xistin.

Li Ewrûpa revendeke kurd ya çalak heye. Bi mebesta piştgriya ji welêt re hersal çendîn şev, mehrîcan û xwepêşandanên mezin têne li dar xistin.

Piraniya van kombûnan ji aliyê partiyên siyasî yên cuda ve li restorantên mezin yan jî salonên sporê têne li dar xistin û mixabin di piraniya van çalakiyan de kêmasiyên mezin di teknîka deng û ronahiyê de têne dîtin, guhdarkirina li axavtvan yan jî hunermendên ser dikê yan kêm e yan jî zehmet e. Li hêlekê beşdar di nav civat û sohbetê de li hêleke din hinek jî çavê wan li benda rîtmeke sivik e da ku hema rabin dîlanê.

Lê roja yekşemê li Göteborg çalakiyeke ji van şev û kombûnên em fêrî wan bûne guhertî hate li dar xistin.

Bi mebesta alîkariya mexdûrên şer yên ku dîsa jî Kurdistan neterikandine, di bin navê ”zarokên şer yên jibîrbûyî” de li Göteboerg galeyeke ji bo piştgiriya Kobanî hate li dar xistin. 

Ciyê galayê, salona konseran ya Göteborg tişe bû, çav û guhê mêvanên salonê gişt li ser dikê bû. Profesyoneliyeke mezin di teknîka deng û ronahiyê, di hilbijartina kesên ser dikê û di girtina ewlekariyê de dihate ditin.

Mustafa Can û Anna-Lena Bergelin bi pêşkêşiya xwe, Hogir Hirorî û Joakim Medin bi fîlm û wêneyên xwe, Nino Mick bi helbestên xwe, Özz Nûjen û Soran Îsmaîl bi henekên xwe temaşevan ponijandin, giriyandin û kenandin.

Di galaya rengîn de temaşevanên salonê herwiha ji muzîka hunermendên mîna Nizamettin Ariç, Jennifer Brown, Padram Shahlai, û Ken Ring tameke xweş ya muzîkê hilandin.

Me got di piraniya çalakiyên kurdên diyaspora de beşdar jî ekseriyet kurd in. Li galaya Göteborg guhertineke mezin di vê nuqteyê de jî diyar bû. Erê organîzator kurd bûn, lê beşdariyeke pirçandî, piretnîkî dihate dîtin. Di nav guhdaran de jî eyn mîna hunermendên ser dikê ji hemû beşên civakê yên Göteborg xelk dihatine dîtin û piştî galayê wan dilxweşiyeke mezin tanîn zimên.

Belê yekşema derbasbûyî li Göteborg galayeke ku ji bo çalakiyên pêşerojê yên revenda kurdî dikare bibe nimûneyeke baş hate li dar xistin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".