Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Koçber xwe bi qeyikên lastîkî digihînin Swêdê

Hat weşandin onsdag 2 december 2015 kl 09.58
"Dikare bibe bazareke biqezenc ji bo qaçaxçiyan"
(1:06 min)
Gummibåtar på Kos. Foto: Gunnel Högström/SR
Qeyikên lastîkî li lîmanên girava Kos li Yûnanê. Wêne: Gunnel Högström/Radyoya Swêdê.

Biryara hikûmetê ya kontrolkirina sînoran niha dihêle ku koçber ji bo cara pêşî bi qeyikên lastîkî xwe bigihînin Swêdê.

Di heman demê de, hejmareke mezintir ji koçberan hewl didin xwe di wesayitên çûnûhatinê de veşêrin û werin Swêdê.

Polîsan ev yek di raporeke îstîxbaratê ya veşartî de ji bo wezareta dadê nivîsand.

Roja îna çû wezareta dadê rapora veşartî ji aliyê Beşê Neteweyî yê Operatîv ê Polîsan ve wergirt. Û piştî hin karê li ser sekretesê, rojnameya Dagens Nyheter hin beş ji wê raporê wergirtin, û di wir de tê ragehandin ku polîsên herêma başûrê Swêdê pêrgî haleta pêşî bûye, ku koçber bi rêya qeyikên lastîkî xwe digihînin Swêdê, ji bo ku xwe ji ber kontrolên sînoran bidin alî. 5 kes bi qeyikên lastîkî li lîmanê Skillinge peya bûne, li gorî raporê.

Di raporê de polîsan nivîsandiye ew nizanin ka ev haleteke bi tena serê xwe ye yan dikare bibe meyleke nû, lê ew dinirxînin ku ev gav dikare bibe bazareke biqezenc ji bo qaçaxçiyan.



Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".