Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Gefên ser kontrolantên parkê bêhtir dibin

Hat weşandin onsdag 2 december 2015 kl 11.31
Parkeringsvakt Stefan Andersson i Borås
Stefan Andersson ji Boråsê tûşî gefekê û dehfek di sînga xwe de hat. Wêne: Joel Wendle

Komeleya şirketên parkê Svepark dixwaze qanûn were guhertin, ji bo parastina kontrolantên parkê, wate kesên cezayên parkê didin, baştir bibe.

Li gor qanûnê, mafê kesên ku cezayên parkê dixwin, heye ku navê kontrolantên ceza daye wan, ji belediyê bixwazin. Ji ber vê yekê, gelek kontrolant niha tûşî gef û tehdîdan dibin.

Yek ji wan Stefan Andersson, ji bajarê Boråsê ye:

-  Carekê min cezayek da yekî ji ber ku şaş park kiribû. Ev kes gelekî bihêrs bû û dest bi qîjînê kir û hin gef xwarin. Pir ne xweş e dema tiştên wisa diqewimin  bi rastî.

Ew zilamê ku gef li dijî Stefan Andersson xwaribûn û dehf dabûyê, berî demakê li dadgeha destpêkî hatibû cezakirin, bi tawana gef li dijî karmendê hikûmî.

Nimûneyeke din ji vê dema dawiyê: Meha 10an zilamek ji aliyê dadgeha destpêkî ya Helsingborgê ve hate dadkirin, ji ber ku wî bi zorê devê kontrolanteke parkê vekiribû û kaxeza cezayê xistibû devê wê de.

Û yekî din ku li Stockholmê ceza wergirtibû, ji kontrolanta parkê re gotibû ku wê navê wê derxîne û wê jiyana wê bike ceheneme. Ew zilam jî ji ber gefa li dijî karmendên hikûmetê hate dadkirin.

Li gorî komeleya şirketên parkê Svepark, hejmara kesên ku navên kontrolantên parkê ji belediyan dixwazin bilindtir dibe, nexasim piştî mehkemeyekê, ku di wir de dadgeha îdarî ya bilind maf dabû zilamekî ku navê kontrolantî derxîne.

Lena Karlsson birêvebira giştî ya Svepark e, ku niha nêta xwe kiriye pêwendiyê bi wezaretên elaqetdar re bike û ji wan re bide xuyakirin ku gerek qanûn were guhertin, ji bo ku parastina kontrolantên parkê baştir bibe:

- Heger hejmara kesên ku telefona belediyan dikin û navên kontrolantan dixwazin, ji xwe rîsk mezintir dibe ku tiştek bi serê wan kontrolantan were.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".