Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdiyê li Malî revandî dibe hîn jî sax be

Hat weşandin onsdag 2 december 2015 kl 13.57
"Vîdyo nîşana xwestina danûstandinê ye"
(2:12 min)
Johan Gustafsson
Fîlmeke li ser Youtube ku swêdiyê li Malî hatiye revandin, tê de xuya dike. Wêne ji YouTube.

Vîdyoyeke nû hate belavkirin ku Johan Gustafssonê swêdî, ê ku ev 4 sal in li Malî hatiye revandin, tê de xuya dike.

Di vîdyoyê de, ku tê îdîakirin berî demeke kurt hate qeydkirin, Johan Gustafsson li ber çarşevekî sekiniye, li kamêrayê dinere û diaxive. Ew dibêje ku roja qeydkirinê 20ê meha 10an 2015 ye, lê hîn ev agahî ne hatiye piştrastkirin. Ew dibêje ku rewşa wî baş e, lê bêriya malbata xwe dike.

Di vîdyoyê de Gustafsson spasiya hikûmeta Swêdê û rêkxistina Gift of the Givers Foundation dike. Ew rêkxistin li komara Başûrê Afrîkayê çalak e, û ew îdîa dikin ku wan ev vîdyo ji Aqim xwestiye, rêkxistina al-Qaida ya ku Gustafssonî revandiye.

Lêkolerê derbarê terorîzmê Magnus Norell ev pirs bi salan şopandiye. Ew dibêje ku divê mirov baş hişyar be, derbarê ka ev vîdyo bi rastî di wê roja tê gotin de hatiye qeydkirin yan na, lê ew dibêje ku mumkin e proseyeke danûstandinê hatibe destpêkirin:

- Ya rastiyê, em nizanin ev vîdyo kengî hatiye kişandin. Agahiyên ji vîdyoyê tên xuyakirin gelekî kêm in. Lê awayê ku ev vîdyo pê hate belavkirin balkêş e, wate Aqimê ev vîdyo ji rêkxistinekê re şand, ku dixwaze Gustafsson were berdan. Ew bi vê gavê dixwazin bibêjin ku va proseya danûstandinê dest pê kiriye û em dixwazin berdewam bike.

 

Johan Gustafsson berî 4 salan, meha 10 ya 2011an li Malî hate revandin, dema ku ew bi motorê dixwest here hetanî bi Başûrê Afrîkayê. Aqim, rêkxistina al-Qaidayê li Mexriba erebî, wate welatên bakurê Afrîkayê, piştî windabûna wî bi 2 mehan, meha 10an ya 2011an, ragehand ku Johan Gustafsson li cem wan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".