Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelo qaçaxçî zêdetir dibin?

Hat weşandin onsdag 2 december 2015 kl 16.46
"Dozgerên taybet bi qaçaxiyê hatine destnîşankirin"
(2:06 min)
Контрабандисты везут, полиция задерживает... Фото: SVT
Wêne: SVT

Li cem meclîsa dozgeran li Malmöyê xuya dike ku kesên guman ji wan tê kirin ku qaçaxiya mirovan kiribin zêdetir dibin.

Piraniya caran bingeha van gumanan bûyerên sivik in, bo nimûne ku kesên bi otombîlan di ser pira Öresundê re dajon ji aliyê polîsan ve tên sekinandin.

Jimmy Serrano dozgerek e li Malmöyê:

- Kesên guman ji wan tê kirin ewqas zêde bûne, ku niha li meclîsa dozgeran çend dozger hatine destnîşankirin, hem ji bo ku li wan gumanan bikolin, û hem jî nirxandineke wek hev ji van gumanan re were çêkirin.

Bo nimûne, dawiya meha dehan otombîlek li cihê peredanê li Malmöyê hate sekinandin. Di wê otombîlê de 2 zilam hebûn ku kesine bi xwe re siwar kiribûn, ku îqametên wan tune bûn. Ew herdu zilam hatin girtin bi gumana qaçaxçiyê, lê biryara tewqîfkirina wan ne hat, û niha ew herdu zilam hatine berdan.

Heger tawan were îsbatkirin, û heger weke tawaneke sivik were nasandin, cezayê qaçaxiya mirovan dikare bi pereyan be. Ev haleta herdu zilaman weke haleteke li ser asta normal lê tê nerîn. Dozger Jimmy Serrano piştrast dike ku ne pêwîst e ku organîzasyonên tawankar li pişt qaçaxiyê bin, ji bo ku weke tawanekê lê were nerîn:

-  Tawankarî ew e, ku mirov alîkariya hinekan bike ku mafê wan tune ye li welêt bimînin. Wate, pêwîst nake ku kesê ku mirov dixwaze wan bi qaçaxî derbasî Swêdê bike li welatekî din veşartî be, yan jî ku ev qaçaxçî di nava organîzasyonekê de ku pereyan didinê ji bo ku xelkê derbasî Swêdê bike.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".