Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêhtir zarokên bêkaxez li Swêdê ji dayik dibin

Hat weşandin torsdag 3 december 2015 kl 10.24
sp50eb73 nyfött barn. Foto: Yvonne Åsell/SvD/TT.
Wêne: Yvonne Åsell/SvD/TT.

Xuya dike ku hejmara zarokên bêkaxez li Swêdê ji dayik dibin, dê îsal zêdetir bibe, li gor hin hejmarên ku beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê Ekot, ji hin mezintirîn klînîkên zayînê dane ber hev

Ev zarokên ku ji dayik dibin, dêûbavên wan veşartî û bêkaxez li Swêdê dijîn. Ev zarok li cem Daîreya Bacê, Skatteverketê, bi roj û katjimêra jidayikbûnê hatine qeydkirin, lê wekî din navê wan di tu qeydên din de tune ne.

 Di nav 8 mehên pêşî yên vê salê 135 zarokên bêkaxez li hemû nexweşxaneyên zanistî û nexweşxaneya başûr, Södersjukhuset, ji dayik bûne. Sala çû bi giştî 145 zarokên bêkaxez ji dayik bubûn. Lê ev hejmar hîn jî ne tam teqez in û kes hejmara 100% rast nizane.

 Henry Ascher, serokê grûpa zarokên penaber di Komeleya Swêdî ya Doktorên Zarokan de ye. Wî rewşa zarokên bêkaxez demeke baş şopandiye û niha nearamiya xwe tîne zimên:

 - Ev zarok di tu qeydan de tune ne, û ji aliyê hiqûqî ve ji xwe ew hebûna wan jî nayê naskirin. Ev tê wateya ku heger tiştek bi serê wan hat, bo nimûne heger ew winda bûn yan jî tûşî tawanekê bûn, mirov nikare tiştekî bike, ji ber ku hebûna wan tune ye, bi wateya hiqûqî.

 

Kesên bêkaxez ew kes in, ku bi şêweyekî neqanûnî li Swêdê dimînin, yan ji ber ku dema vîza xelas bûye, yan jî ji ber ku penaxwaziya wan hatiye redkirin. Di dawiya meha 10an a vê salê de zêdî 14 000 kes xwe ji ber derxistina ji Swêdê didan alî, li gor hejmarên polîsan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".