Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêwîtiya terorîzmê dibe tawan

Hat weşandin torsdag 3 december 2015 kl 10.48
"Dê tedbîrine din jî werin standin"
(1:19 min)
tabc50b8 spanien arrestering av misstänkt medlem i Islamiska staten. Foto: Alvaro Barrientos/AP.
Wêne: Alvaro Barrientos/AP.

Hikûmeta swêdî doh pêşniyaz kir ku rêwîtiya terorîzmê, wate çûna welatên din û ketina nav rêkxistinên terorîst, dê bibe tawan.

Di civîna xwe ya îro de, hikûmet dê biryar li ser şandina vê pêşniyazê bo lêkolînê bide. 

Ev pêşniyaz tê wateya ku ji 1ê meha 4an a sala bê ve, her kesê ku here welatekî din ji bo ku kiriyarên terorîst bike yan jî amade bike, dê li Swêdê herî zêde heta 2 salan were zindankirin. Kesê ku di perwerdeya terorîst de beşdar bibe dê heta 2 salan were zindankirin, û heger tawan gelekî giran be, ew ceza dikare bibe heta 6 sal zindan.

Wezîrê dadê Morgan Johansson ji buroya nûçêyên rojnameyan, TT, re got ku ji bilî vê cezakirinê, dê îmkaniya hin tedbîrine din jî zêdetir bibin, wek şopandin û guhdarîkirina telefonan. Bi vê yekê, dezgeh dikarin bi ser bêhtir terorîstan ve bin, bêhtir lêkolîn bikin û rê li ber gelekên din bigirin.

Tê zanîn ku 300 kes ji Swêdê çûne Sûriyê û Îraqê ji bo ku di bin siya rêkxistina terorîst ya Daişê de şer bikin. 120 kes ji wan vegeriyane Swêdê.

Ev pêşniyaz dê li gor biryarên Neteweyên Yekgirtî yên li dijî terorîzmê bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".