Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Koçberên roman tên bikaranîn

Hat weşandin torsdag 3 december 2015 kl 14.08
Tiggare på Sergels torg. Foto: Leif R Jansson /TT.
Wêne: Leif R Jansson /TT.

Di minaqeşeya raya giştî de, herdem nelihevî hebûye derbarê ka koçberên roman ên li Swêdê pars dikin, organîzekirî ne yan na.

Û tiştê ku di rapora nû ya Beşê Neteweyî yê Operatîv ê Polîsan xuya dike, ew e, ku kesên tawankar cihên parskirinê bi kirê didin van koçberan.

Li gorî raporê, gelek kesên tawankar hene ku yan beşek, yan jî hemû cîhan kontrol dikin.

Lê belê piraniya kesên ku tên Swêdê û pars dikin, ji ber xwe ve tên, bêhtirê caran li gel endamên malbata xwe, û bêyî zordanê ji van kesên tawankar. Tahdeyên din ku li van koçberan tên kirin, ya herî normal dizî ye.

Piraniya wan kesan ji Romanyayê û Macaristanê li gel endamên malbatê, xizm yan jî hevalên xwe re têne Swêdê. Berî ku ev grûp werin Swêdê, li wan welatan li hev dikin ku hemû li cem hev bijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".