Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kampeke nû şewitî

Hat weşandin torsdag 3 december 2015 kl 15.37
Foto: Mats Öfwerström / Sveriges Radio
Wêne: Mats Öfwerström / Sveriges Radio

Doh bi şev li Götene, başûrê Mariestad, kampeke ku ji bo pêşwazîkirina penaxwazan dihate amadekirin, hate şewitandin.

Berî saet 4ê şevê yekîneyên rizgarkirinê alarmek wergirt, ku avahiyek ku berê dibistan bû, dişewite. Dema ku yekîne gihiştin wir, şewat gur bubû û xwe berdabû beşên mezin ji avahiyê.

Ew beşên ku dişewitîn hîn jî dihatin lêkirin, û li gor agahiyên yekîneyên rizgarkirinê û belediya Lidköpingê, dihate pilankirin ku ew beş ji bo pêşwazîkirina penaxwazan werin lêkirin. Polîsan ew şewat weke şewitandina bi armanca kuştinê bi nav kir.

Heta niha jî ew avahî hatiye girtin û teknîknasên polîsan dê herin li wir ji bo çend lêkolînan.

Polîs dişikin ku hinekan bi qesdî ev şewat pêxist, lê hîn jî sedema şewitandinê ne xuya ye, li gor serokê yekîneya rizgarkirinê Stefan Swensson:

- Em nikarin bibêjin bê çima û ji ku ev şewat dest pê kir, ji ber ku dema em gihan, agir pir gur bubû. Nobedarek saet 1- 1:30 li wir bû, lê wê demê tu nîşan tune bûn ku amadekirina şewitandinekê tê kirin. Û

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".