Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Şertên li ser malên zarok û ciwanan sivik bikin”

Hat weşandin fredag 4 december 2015 kl 09.34
”Di rewşeke wiha de ev mecbûrî ye”
(4:07 min)
Wêne: Lars Pehrson. TT
1 av 2
Wêne: Lars Pehrson. TT
Ombundsmanê zarokan Fredrik Malmberg. Wêne: Emma-Sofia Olsson. SVD.TT.
2 av 2
Ombudsmanê zarokan Fredrik Malmberg. Wêne: Emma-Sofia Olsson. SVD.TT.

Daîreya karûbarên civakî (socialstyrelsen) dixwaze ji bo demekê şertên li ser malên ciwan û zarokan sivik bike da ku li van deran cihên vala ji bo penaberên zarok ên bitenê çê bike. Lê ombudsmanê zarokan Fredrik Malmberg  rexneyan li pêşniyazê dike.

Fredrik Malmberg dibêje ez li dijî pêşniyazê me ji ber ku li gorî vê ev malên ku gelek ciwan û zarok lê dimînin dê karibin hin danan bê personel û werine hiştin.

Malmberg diyar dike ku cihên wiha ku zarok û ciwan lê dimînin têne tehdîd kirin, zarok ji van deran baz didin û hin ji zarokên ku li van malan dimînin paşerojeke dijwar li pey xwe hiştine. Loma ew dibêje dema ev mal bê personel werine hiştin ev ê rîskekê ji bo zarokan çê bike.

Ji bo ku cihên vala ji bo penaberên zarok ên bitenê werine çê kirin Daîreya karûbarên civakî dixwaze şertên li ser malên zarok û ciwanan (HVB-hem) ji bo demekê sivik bike. Li gorî pêşniyazê piştî sersalê mirov ê qaîdeya hazirbûna personel a 24 saetan  ji holê rabike. Ev ê bike ku di hin rewşan de ku personel bi şev li ser telefonê hazir be dê bes e.

Di halê hazir de divê midûrên malên zarok û ciwanan perwerdehiya bilind standibin, lê Daîreya karûbarên civakî dixwaze vê şertê jî ji holê rabike. Ev şertên ku têne sivik kirin dê ji bo ciwanên ji 16 salan mezintir bin, ango zarok û ciwanên bin 16 salan re û yên bi kêmendamiya psîkolojîk ji van guhertinan tesîrê nabînin.

Malên zarok û ciwanan ku bi swêdî weke HVB-hem têne bi nav kirin ji bo wan zarok û ciwanan in ku ji ber sedemên cuda nikarin li cem dêûbavên xwe bimînin.

Pêşniyaza Daîreya karûbarên civakî  bi giştî pozîtîv tê dîtin. Rêxistina şaredarî û parêzgehên Swêdê jî dixwaze sîstemeke fleksîbel bibîne. Lê ji aliyên din ve krîtîk tên û ombudsmanê zarokan dibêje rîsk heye ku zarok bi tenê werine hiştin.

Mifetişiya xizmeta tenduristiyê, IVO, jî balê dikişîne ser rîskên bikaranîna alkol, narkotîka û lêdan û pevçûna di navbera zarokan de û diyar dike ku eger zarok bi şev bi tenê werine hiştin rîska bûyerên wiha dê zêde bibe.

Pär Ödman li Daîreya karûbarên civakî berpirsê vê pêşniyazê ye. Ew dibêje di rewşeke wiha de ku gelek penaberên zarok ên bitenê têne Swêdê biryareke wiha mecbûrî ye. Ew diyar dike ku ji bo şaredarî karibin ji heqî karê xwe yê li ser mijarê derkevin û karibin ewlehiyê ji bo kesên ku li van malan têne bi cih kirin  biafirînin divê balansek were saz kirin.

Lê ma eger tiştekî xerab li van malan biqewime kî yê berpirsiyarê bigire ser xwe?

Ödman dibêje berpirsê ku malê bi rê ve dibe berpirsiyariya ewlehiya cih jî digire ser xwe.

Daîreya karûbarên civakî vêga li parlamnetoyê li benda bersivan e û hêvî dike di demeke kurt de biryarê bide. Guhertin dê ji sersalê û pê de lê bin û heta çareseriyeke daîmî were dîtin dê berdewam bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".