Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mamosteyê birîndar ê êrîşa Trollhättanê jiyana xwe ji dest da

Hat weşandin fredag 4 december 2015 kl 11.29
”Berî bimire hişyar bûbû.”
(1:39 min)
Gelê Trollhättanê piştî êrîşê di şînê de. Wêne: Adam Ihse. TT.
Gelê Trollhättanê piştî êrîşê di şînê de. Wêne: Adam Ihse. TT.

Mamosteyê 40 salî ku di êrîşa rasîst a li Trollhättanê de hatibû birîndar kirin  jiyana xwe ji dest da.

 Berî demeke kurt mamoste hişyar bûbû û vê sinyalên pozîtîv dabûn. Lê mamoste doh êvarê jiyana xwe ji dest da.

Berî mamoste bimire polîs  roja çarşemê gihaye îfadeya wî bigire.

Komîser Thord Haraldsson dibêje hertiştî nişan dida ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçû û me roja çarşemê karî îfadeya wî bigire. Haraldsson diyar dike ku mamoste kariye bi kurtî biaxive û versiyonê xwe yê bûyerê bêje û wî jî gotinên şahidên din pişt rast kirine.

Wezîrê perwerdehiyê Gustav Fridolin li ser mirina mamoste peymanekê dişîne û tê de diyar dike ku Swêd di şînê de ye.

Di êrîşa rasîst a ser dibistana Kronanê ya ji Anton Lundin Petterson ve lawikê 17 salî Ahmed û asîstanê mamosteyan ê 20 salî Lavin jî  jiyana xwe ji dest dabûn. Êrîşkar bi xwe ji aliyê polîs ve hate kuştin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".