Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Firtoneya Helgayê xwe bi ser Swêdê ve dide

Hat weşandin fredag 4 december 2015 kl 13.14
Helga li Swêdê dide.
(1:24 min)
Wêne: Adam Ihse. TT
Wêne: Adam Ihse. TT

Serê sibehê ji ber firtoneya Helga trên li rojavayê Swêdê bi derengî diketin û vêga Daîreya Trafîkê radigihîne ku trafîka navbera Uddevala û Strömstadê ji bo piştî nîvro hatiye rawestandin.

Trafîka rêyan jî ji firtoneyê tesîr dîtiye û ji ber darên ku ketine gelek rêyan li Västra Götalandê zerar dîtine. Trafîka ser pira Uddevalayê jî ji ber rewşa xerab a hewayê hatiye girtin û dê piştî nîvro bi giştî girtî be. Heman tişt ji bo pira Älvsborgsbronê ya li Göteborgê jî wisa ye.

Meteorolog Lovisa Andersson dibêje firtone dê nêzîkî firavînê bigihe Bohuslän û Dalslandê. Peyre ji wir ber bi rojhilat ve tê kişandin û piştî nîvro digihe Östergötlandê.

Ji ber xetereya herifînê li Mölndala li Göteborgê dibistana Kvarnby zarok şandine malê. Li Orust û Tjörnê jî firtoneyê xetên elektrîkê qetandine.

Li Västra Götaland, Östergötland û Örebro îqaza sinifa 2an hatiye dan. Tê ragihandin ku li van deran ji ber firtoneyê heye tişt bifirin û avahî, trafîk û telefon zerarê bibînin.

Tê texmîn kirin ku firtone dê vê êvarê bigihe Halland, Jönköping, başûrê Värmland, Sörmland, Gotland û Stockholmê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".