Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE bi erênî li qeydkirina rêwiyan dinêre

Hat weşandin fredag 4 december 2015 kl 15.26
”Ev di şerê li dijî terorîzmê de serkeftinek e.”
(1:30 min)
Jonas Ekströmer/TT.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT.

Welatên Yekîtiya Ewropayê li ser qeydkirina agahiyên kesane yên rêwiyên balafiran, ku weke qeyda PNR tê bi nav kirin, li hev kirine.

Wezîrê karûbarên hundirîn Anders Ygeman ev agahî îro di civîneke çapemeniyê de li Brukselê pişt rast kir.

Anders Ygeman dibêje, di dawiyê de me dengê xwe da bihîstin û em PNRyê didine qebûl kirin. Ygeman dibêje ev ji bo Swêdê gelekî girîng e ji ber ku ev hem ji bo qaçaxiya narkotîkayê hem jî li dijî terorîzmê tê bi kar anîn.   

Li gorî lihevhatinê welatên Yekîtiya Ewropayê qebûl dikin ku agahiyên rêwiyan dê heta 6 mehan ji bo welatên yekîtiyê vekirî bin û eger daxwaz hebe ev qeydkirina vekirî dê ji bo seferên balafiran ên di nava yekîtiyê de jî were pêk anîn. Li gorî Anders Ygeman ev hem ji bo Swêdê hem jî ji bo şerê li dijî terorîzmê serkeftinek e.

Ygeman dibêje bi vê rêyê em ê çêtir karibin hay ji rêwiyên terorîst hebin û dema ew vegerine welêt îmkana dadgehkirina wan jî dê çêtir bibe.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".