Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaber ê wiha werine rawestandin

Hat weşandin fredag 4 december 2015 kl 16.50
Daniel Kihlström/TT.
Wêne: Daniel Kihlström/TT.

Swêd dixwaze di trên, otobûs û keştiyên ku têne Swêdê de kontrolên nasnameyan bike û ku mumkin be pira Öresundsbronê bigire da ku ber li penaberan bigire.

Lê li gorî daîreya trafîkê ya Skåneyê tesîra van tedbîran dê kêm be û ev ê kaosê di trafîkê de çê bike. Polîsê îstixbaratê jî weke daîreya trafîkê ya Skåneyê difikire.

Hikûmet diyar dike ku bi pêlên penaberan ku têne Swêdê re rewşa asayîş û ewlehiyê jî xerab dibe û dixwaze ji 21ê meha 12an û pê de dest bi kontrolan bike. Lê li gorî daîreya trafîkê ya Skåneyê ev ê derengiyên heta 40 deqîqeyî di trafîkê de çê bike û kesên ku di navbera Swêd û Danîmarkayê de diçin û tên dê tesîreke mezin ji vê bibînin.

Polîsê îstixbaratê (Säpo) jî bawer nake ku tesîreke van kontrolan a mezin dê hebe. Li gorî Säpo eger kesên ku rêwiyên bênasname digirine wesayitan neyêne ceza kirin ti tesîrên van kontrolan dê nebin.

Lê tê dîtin ku hejmara penaberên ku têne Swêdê her ku diçe kêm dibe. Van heft rojên dawiyê 5 438 penaber hatine Swêdê. 7 rojên berî vê zêdeyî 7 100 penaber hatibûne Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".