Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Aboriya Swêdê di 2016an de:

Şaredarî bi geşbînî li rewşa aborî dinerin

Hat weşandin måndag 7 december 2015 kl 09.57
"Zêdî hesaban ji ber pereyên me dimînin"
(3:05 min)
Läs om kommunernas svar om ekonomin 2016. Grafik: Sveriges Radio. Foto: TT.
Grafîk: Sveriges Radio. Foto: TT.

Şaredariyên Swêdê bi çavekî geşbîn li rewşa aborî bo sala 2016an dinerin.

Ev yek ji anketekê xuya dike, ku beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot, çê kiribû. Ji 10 şaredariyan nêzîkî 9 şaredarî plan dikin ku di 2016an de dê ji ber pereyên wan zêde bimîne. Û bi qasî wê rêjeyê texmîn dikin ku ew dê mecbûr nebin ku bacên şaredariyê bilind bikin.  

Yek ji van şaredariyan Haninge ya başûrê Stockholmê ye. Sala bê dê bac li wê şaredariyê bi 10 oreyan were daxistin, û di heman demê de, tê texmînkirin ku ji ber pereyên şaredariyê bi gelekî zêde bimîne, li gor Jörn Karlsson, birêvebirê aboriya şaredariya Haninge:

- Şaredariyê ji xwe re weke armanc danîbû ku sala bê bi qasî 2% ji pereyên me zêde bimîne. Ew rêje dike qasî 80 milyon kron. Lê li gor hesaban, xuya dike sala bê dê bi qasî 100 milyon kron ji pereyên me zêde bimînin.

Beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot, ji hemû 290 şaredariyên Swêdê pirs şandin bê ka ew çawa li rewşa aborî û bazara karî ji bo sala 2016an dinerin. Ev anket di heftiya dawî ya meha 11an de hate berhevkirin. Ji hemû şaredariyan, 254 heb bersiv dan, ango 87,5% ji hemû şaredariyan.

Û tişta ku ji bersivan xuya dike ew e, ku şaredarî geşbîn in. Ji bilî planên zêdebûna ji ber pereyan, tenê 1 ji 10 şaredariyan bawer dikin ku betalî sala bê li şaredariya wan bilindtir bibe.

Tevî ku xuya dike rewşa aborî ji bo şaredariya Haninge di 2016an de dê baş be, lê hîn jî dê gelek kar ji şaredariyê were xwestin, li gorî birêvebirê aboriyê Jörn Karlsson:

- Heger wisa be ez bawer im em dikarin gelekî geşbîn bin ber pêşerojê. Lê ji ber guhertina demografiyê dê hin mesrefên me zêde bibin. Ji ber vê yekê, gerek em baş ji bo pêşerojê kar bikin.

Birêveberiya şaredarî û wîlayetên Swêdê, SKL, jî eynî vî wêneyê pozîtîv dibîne, lê ji bo pêşerojeke dirêjtir, zehmetî her mezintir dibin, hem ji ber pêşwazîkirina mezin a penaxwazan, lê sedema herî mezin pîrbûna miletê Swêdê ye, li gor  Bettina Kashefi, seraborîzana  Birêveberiya şaredarî û wîlayetên Swêdê, SKL:

- Ji ber van sedeman, dibe ku em bilindkirinên gelekî mezin ên bacê li gelek şaredariyan bibînin, ji bo ku em bi van mesrefan re bigihên.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".