Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Keçek dixwest here nav Daişê hate girtin

Hat weşandin måndag 7 december 2015 kl 11.20
Di dema dawiyê de gelekî radîkalîze bû
(1:56 min)
Foto: TT.
Wêne: TT.

Keçeke 17-salî ji bajarê Linköpingê bi rê de bû ji bo ku here Sûriyê û xwe bigihîne rêkxistina terorîst Daişê, li Vîyêna paytexta Nêmsayê hate girtin.

Niha şaredariya Linköping li gel polîsan kar dike, ji bo ku keçê vegerînin Swêdê. Xizmeta civakî ya bilez, Socialjouren, a Linköpingê hate ragehandin dema ku keç hate girtin, û niha biryar daye ku keçê binçav bike, li gor qanûna biryarên taybet ên binçavkirin û lênerîna zarok û ciwanan, ku tê wateya şaredarî serpereştiyê datîne ser milên xwe:

- Ev qanûn ji derveyî welêt nikare were bicîkirin, lê mafê me heye em biryareke wisa bistînin. Dema ku keç vegere Swêdê, emê yekser vê biryarê bi cî bikin. Ev tişt tê wateya ku xizmeta civakî, Socialtjänsten, dê yekser keçê û malbata wê bibîne, û binere ka çi piştgirî jê re pêwîst e.

Ev gotina Anita Lådö bû, ku seroka xizmeta civakî li şaredariya Linköpingê ye.

Lê hîn jî keç li cem polîsên Nemsayê girtî ye, li hêviya biryara dadgehê ka dê keçik were tewqîfkirin yan na. 

Li keça 17-salî bi şêweyekî navnetewî dihate gerîn, û hem polîsên îstîxbaratê û hem Beşê Netewî yê Operatîv ê Polîsan, NOA, di her tiştî de beşdar in.

Keç di roja şemiyê de li stasyona Vîyenayê hate girtin û niha gumana amadekirina tawanê terorîst jê tê kirin.

Malbata keçê dibêjin ku keça ku li Swêdê ji dayik bûye, di dema dawiyê de radîkalîze bûye, û ku ew dixwest here Sûriyê ji bo xwe bigihîne rêkxistina terorîst Daişê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".