Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dezgeha koçê bêçar e ji ber nebûna ciyê manê

Hat weşandin måndag 7 december 2015 kl 15.44
”Rewş yekcar nebaş e”
(2:20 min)
Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix.
Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Dezgeha koçê, Migrationsverket, merc û şertên xwe bêhtir kêm dike ji bo ku ciyên manê ji penaxwazan re peyda bike.

Di daxuyaniya xwe ya herî dawî de qîma xwe bi karwan, yên bi swêdî ji wan re dibêjin husvagn, û bi salonên mezin tîne ji bo ciyê manê yên demdirêj ji penaxwazan re misoger bike. Willis Åberg, berpirsê beşê çalakiyan e li Dezgeha koçê:

-Em ber bi zivistanê ve diçin û ev bêguman tê bi wateya ku dê gelek kes sermayê bibînin. Em divê cî peyda bikin û beriya her tiştî germahiyê. Ji ber vê yekê em nikarin heman standardî wekî me beriya du salan hebûn, nuha daxwaz bikin.

Di halê hazir de Dezgeha koçê nêzîka 100 000 kes di sîstema xwe ya ciyên manê de hene û roj bi roj kêmtir ciyan ji penaxwazan re peyda dikin.

Ji bilî ciyên Dezgeha koçê bi xwe û ew ciyên bi wan re peyman girê dane, her 8 000 ciyên taybetî yên valakirinê di şaredariyan de jî bikartîne. Wekî nimûne salonên werzişê yan jî bîroyên mezin yên vala, lê ev awayên cî tenê ji bo mana cend rojekî tên bikaranîn.

Piştî çend rojan di van ciyan de ew ji ciyê manê yê sêem re di sîstema sêgavî de tên şandin. Li wê derê dimînin ta bersivekë werdigirin, yan iqamê distînin yan jî tên vegerandin. Ev dema payinê kare ta salekî jî dirêj bike.

Rewş zêde zehmet bûye, bi taybetî piştî ku hejmareke yekcar mezin a penaberan berê xwe dane Swêdê di payizê de. Willis Åberg ji Dezgeha koçê dibêje em mecbûr bûne qîma xwe bi hertiştî bînin da ku kesek bê cî nemîne:

-Yekcar nebaş e û ne dirust e. Her ev e ya dihêle em car bi car awayën nû yên ciyên manê qebûl bikin herçend ku em bi kvalîteya wan jî nerazîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".