Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Pêşniyaza hikûmefê mafê penaberiyê binpê dike”.

Hat weşandin tisdag 8 december 2015 kl 10.17
Encûmena qanûnê hikûmetê rexne dike
(2:02 min)
Pira Öresund. Foto: Johan Nilsson / TT.
Pira Öresund. Foto: Johan Nilsson / TT.

Encûmena qanûnê, lagrådet, pêşniyaza hikûmetê ya derbarê girtina pira Öresund bo demke kurt ji ber hoyên ewleyiyê eger nifşa penaberan yekcar mezin be bi xurtî rexne dike.

Bo Svensson, şêwirkarê qanûnî yê berê û endamê encûmena qanûnê dibêje me gelek şaşiyên teknîkî di vê qanûnê de peyda kirine:

-Gelek şaşiyên teknîkî hene lê astengiya herî mezin ew ku rêz ji mercên qanûna bingehîn re ne hatiye girtin, ku amadekirineke baş ji qanûneke bi vî awayî re nehatiye kirin. Danana qanûnekê serbilindiyeke swêdî ye û ev pêşniyaz adetên me dişkîne.

Di destpêka meha duanzdan de hikûmet qanûneke nû pêşniyaz kir da li pêlên mezin yê penaberan baş bên nerîn. kontrolkirina nasnameyan di basan de, tirênan û beleman de beşek bû ji qanûnê û derfeta girtina pira Öresundê ji bo demke kurt ji ber hoyên ewleyiyê beşekî din e.

Doh êvarî encûmena qanûnê nerînên xwe derbarê vê pêşniyazê pêşkêş kir û ew bi xurtî vê pêşniyazê rexne dikin.

Li gor encûmenê amadeyiyeke baş ji bo danîna vê qanûnê nehatiye kirin û ji kêm meqamên girtin hatiye pirsîn, ji ber vê yekê ew bi awayekî cidî li vê pêşniyazê dinerin.

Lê li gor sekreterê wezîra avahiya bingehîn, Erik Bromander dê hikûmet her ser rêya xwe berdewam be û vê qanûnê pêk bîne, li gor nerîna hikûmetê ev qanûn pêwîst e.

Karê encûmena qanûnê kontrolkirina pêşniyazên qanûnî yên hikûmetê ye lê biryara dawî her ya hikûmetê bi xwe ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".