Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Keça 17 salî wê teslîmî Swêdê bibe

Hat weşandin tisdag 8 december 2015 kl 16.09
Keçik li bendî biryara teslîmkirinê ye
(0:51 min)
Foto: TT
Foto: TT

Keça 17 salî ji Linköpingê ku bi gumana tevlîbûna rêxistian teroristî ya Daişê li Nemsayê hatibû girtin dê di demeke nêzîk de teslîmî Swêdê bibe, ev li gor berdevkê dozgerê dewletî li Viyênayê.

 

Keçik bi xwe dibêje ku ew ji bo seredana hevalan çûbû Viyênayê. Lê agahdariyên ji aliyê dezgehên swêdî ve, dêûbavê keçê û kesên derdora wê dihêlin ku polîsê Viyêna têkeve şikê de ku ew ber bi rêya Sûrîyê de bû ji bo xwe bigihîne Daiş.

Lê ji aliyê polîsê Viyênayê de naxwazin eşkere bikin bê çi belge di destê wan de heye wekî isbat ku ev keç girêdanên wê bi Daiş re heye. Lêkolîna polîs nuha teslîmî dezgeha dozgeran ya Viyênayê bûye û keç jî girtî ye li bendî biryara teslîmkirina wê bo Swêdê. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".