Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sancar: Ez milliyetçî me, ez ataturkçî me!

Hat weşandin tisdag 8 december 2015 kl 17.44
Aziz Sancar li dermanê kanserê digere
(12 min)
Aziz Sancar fick turkiska fotbollslandslagets tröja med samtliga autografer efter Nobelpriset annonserats. Foto: Niklas Zachrisson/SR
Aziz Sancar bi formê taximê milî yê Tirkiyê. Foto: Niklas Zachrisson/SR

Aziz Sancar yê ji Mêrdînê ji bo wergirtina xelata Nobelê di kîmyayê de li Swêdê ye. Di vê hevpeyvîna berfireh de ew behsa lêkolîna xwe û gotûbêjên li ser xwe dike.

Ev zêdetir ji deh salan e wextê dinya sar e cemedana min ya reş û spî tim di sukra min de ye û tu caran ez pêrgî nerazîbûnekê nehatime. Cara yekê li Akademiya Zanistê, ciyê xelata herî giranbiha ya cîhanê gava ji min re tê gotin ku ew dikare weke nêzîkbûneke min ya erebî were şîrove kirin û ev xelatgirekî aciz bike ez behitî dimînim.

Salona çapemeniyê tişe rojnamevan e, bi taybetî jî hejmara rojnamevanên tirk bilind e. Xildebilda wan e ji hev re dibêjin ku ew ê hevpeyvînên taybet bi Sancar re bikin. Û gava xelatgir têne ser dikê dibe çirkeçirka mekîneyên wan. 

Berya çend rojan min nameyek ji berpirsên çapemeniyê li Akademiya Zanistê re şandiye û gotiye ez ji Radyoya Swêdê dixwazim hevpeyvînekê bi zimanê tirkî bi yek ji sê xelatgirên kîmyayê Aziz Sancar re bikim û daxwaza min hatiye pejirandin. 

Aziz Sancar yekem kesê ji Tirkiyê ye ku xelata nobelê di warê zanistê de distîne, heta ew yek ji kêm xelatgirên ji Rojhilata Navîn e. Û ew bi vê yekê kêfxweş e:

– Piştî reaksiyonên ji Tirkiyê hesteke şahane bi min re çêbû. Gava min dît bê memleketê min Tirkî çiqas kêfxweş dibe min got xwezî beriya 20 salan min Nobel bistanda. Ez zêde dilşa bûm. 

– Pîvaneke zanyaran ew e ku keşifa wan derbasî kitêbên dersê bibe. Ev bi salan e zarokên tirk keşifên min weke ders dixwînin, lê bê ku zanibin yekî tirk ew keşif kiriye. Niha êdî pê hesiyan.

– Di cîhana zanyariyê de jî wergirtina Nobelê qîmetê lêkolîna mirov bilindtir dike. 

Aziz Sancar yekser bi gotinên tirk, welat, memleket dest bi axavtinê dike. Bes berya van gotûbêjên li ser etnîsîte, ziman û nexasim reaksîyona wî ya li hemberî medyaya erebî ku kiriye ez cemedana xwe veşêrim ez dixwazim ew bi zimanekî hêsan behs bike bê giringiya lêkolînên wî ku hêjayî dayina Nobelê hatiye dîtin çi ye?

– DNA şifreya jiyanê ye û ew tim tê guhertin. Ji ber gelek sebebên weke nimûne vexwarina çixarê, yan jî tavika dijwar zerareke mezin li DNA dibe û nexweşiya kanserê li mirovan dide. Ya ku em lê digerin astengkirina vê nexweşiyê û tedawîkirina kanserê ye. Dermanên ku niha têne bi kar anîn bi xwe jî zerarê didine DNA. Em dixwazin bêyî ku zerar bigihe hucreyên bi kanser DNAyan tamîr bikin. Hîmê lêkolînê bi xwe hatiye danîn û niha em hewl didin êdî wê biceribînin. Sancar piştrast e ku çareya kanserê dê were peyda kirin, lê ev wê wext bigire. 5 sal, 10 sal ew nizane. 

Hedefa daxwaza me ya hevdîtina bi Aziz Sancar re ew bû em bêhtir li ser kar û xebatên wî yên zanistî rawestin. Pirsên xwe jî min li gor vê çarçoveyê hazir kirine. Lê balkêş e ku Aziz Sancar di her firsetê de behsa Tirkî dike û nasnameya tirkîtiyê raber dike. Di civîna çapemeniyê de wek nimûne bêyî ku mijar Tirkî be wî got, du mîlyon mihacirên ji Sûriyê li Tirkî ne û cîhan bi qasî pêwist e vê qenciya Tirkî nabîne. 

Bi vê refta Sancar re ez dixwazim ew gotûbêjên ku li ser wî di çapemeniya Tirkiyê de hatine kirin zelal bike. Ka gelo nêrîna wî bi xwe li ser van gotûbêjên çi ye? 

– Gotûbêjên li ser etnîsîteya min ez pir xemgîn kirim. Mixabin li Tirkiyê em her bi hev ve mijûl in. Di şûna ku em bi ilm û zanyariyê re mijûl bibin, em aboriya xwe baştir bikin, xizmetê ji miletê xwe re bikin, em pev diçin. Behsa etnîsîte, dîn û mezhebê hev dikin. Ne dawiya van cudakariyan tê, ne jî ew feydeyê didine kesekî. Berpirsiyariyeke Tirkiyê ji bo dinyayê heye. Yê fransî, elmanî, ingilîzî, swêdî ilm pêş de dibe. Me çi kiriye? Loma em deyndarên mirovahiyê yê xizmetê ne. Tenha riya xizmetê jî pêşdebirina ilm e, baştirkirina aboriyê ye. Dawiya pevçûnê nîne. 

Azîz Sancar di 1946ê de li gundekî Stewrê ku girêdayî Mêrdînê ye ji dayik bûye û di 28 saliya xwe de bar dike Amerîka. Lêkolînên xwe jî wî li wir kirine. Li ciyê ku ew çêbûye, li Stewrê kurd, suryanî, ereb, mihelmî tev de dijîn. Ev pirçandiya li Stewrê baş li bîra Sancar e.

– Li Mêrdînê ez bi hevalên suryanî, keldanî, kurdî û erebîaxêv re mezin bûm. Hingî em tev xwîşk û birayên hev bûn. Heyecan û îdeala cumhûriyetê hebû. Mamosteyên me pir baş bûn û hêza xwe didane pêşdebirina Tirkiyê. Me wextê xwe nedida van tiştikên din. 

Eger li gor wî ferqek di navbera etnîsîte, zimanan de nîne gelo ji bo çi cemedana min ji stuyê min hate kirin? Gelo bi rastî wî gotiye ku ew qet naxwaze bi medyaya hin zimanan re biaxive?

– Birayê mino! Ereb, tirk nîne. Birayekî min lêkolînek jî kiriye ku em ji navenda Asiya hatine. Pirsgirêkek min bi erebî re nîne. Yên erebî, kurdî kî bi çi zimanî diaxive tev xwîşk û birayên min in. Min xizmet ji wan re kir. Ev ên ku çep û rast hema diştexilin gelo çûn nexweşek li wê derê tedawî kirin? Çûn zarokekî biçûk ku kurdî diaxive derman kir? Ya ku min kiriye ev e û ez bi vêya serbilind im. Xizmeta rasteqîn ev e. Ev tiştên din ku dibêjin te ev gotiye, ev negotiye şerm in. 

Erê, lê naxwe ew çima tim behsa etnîsîte û îdolojiya dewletekê dike. Ji aliyê din ve gelek wêneyên Sancar bi xwe bi alaya Tirkî û hêkelên Mustafa Kemal re belav bûn. Gelo eger mirov gotûbêjên derveyî zanistê nexwaze, daxuyanî û wêneyên wiha belav bike ev van gotûbêjên ne bi dilê wî gurtir nake?

– Ez miliyetçî me, ez ataturkçî me. Bi vêya serbilind im. Ji ber ku neteweperestî, ataturkçîtî xizmeta ji bo milet, ji bo Tirkiyê ye û modernkirina Tirkiyê ye. Famkirina min ya neteweperestiyê ev e.

–Erê, bi zanîn min xwest vê îşaretê bidim û berya niha jî ez wisa mezin bûme. Ez bi alaya Tirkiyê mezin bûm, bi wê serbilind im. Ez wilo me.

Kurapekî Aziz Sancar profesorê hiqûqê Mîthat Sancar di HDPê de parlamenterê Mêrdînê ye. Li ser gotûbêjên ser etnîsîteyê wî ragihand ku zimanê malbata wan erebî ye, ango ew ên ku kurd ji wan re dibêjin mihelmî.

Aziz Sancar bi xwe eşkere dike ku xwendin û nivîsandina dêûbavên wî nebû. Û berya 50-60 salî li herêma Mêrdînê kesekî xwendina wî neyî eger kurd ba bi kurdî, suryanî ba bi suryanî û mehelmî ba bi erebî diaxivî. Li vê herêmê tirkî bi dibistan û paşê bi televîzyonan kete nav xelkê de. 

Loma ez ji Sancar dipirsim bê zimanê wan yê malê çi bû. Balkêş e, bêyî ku Sancar behsa dê û bavê xwe bike dibêje: 

– Ji wextê ku tê bîra min em xwîşk û bira di malê de bi tirkî diştexilîn.

Belê, di şûna lêkolînên li ser laş, hucre, DNA û enzyman hingî me dît em ketine nav gotûbêjên li ser zimên, milet û îdolojiyan heta hingî me dît wextê me nema.

Û bêyî ku em hevdû zêdetir aciz bikin, em xatir ji hev xwest.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".