Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Bêkarî di nav yên li derveyê welat ji dayik bûne bêhtir e

Hat weşandin onsdag 9 december 2015 kl 10.27
”Perwerdeyên ziman divê baştir bibin”
(1:52 min)
Mikael Sjöberg, Birêvebirê giştî yê Daîreya karî. Foto: TT. Montage: Sveriges Radio
Mikael Sjöberg, Birêvebirê giştî yê Daîreya karî. Foto: TT. Montage: Sveriges Radio

Îro Daîreya karî, Arbetsförmedlingen, pêşbiniyên ji bo pêşketina bazara karî pêşkêş kir û li gor wê beşekî mezin ji bêkaran her ew in yên li derveyî welat ji dayik bûne. Li hêla din rewş ji bo gelek grûpên din di bazara karî de baştir dibe.

Îro grûpa kesên li derveyî welat ji dayik bûne di nav bêkaran de giheştiye 50%. Li gor jimartinên Daîreya karî dê ev beş bigihêje 60% ji nav ew yên xwe li ba Daîreya karî qeyd dikin di 2017 de.

Di raporê de piçek dudilî heye ji ber beşek ji penaberên ku di payizê de hatin Swêdê tê de bûn, û ku di heman demê de gelek pêşniyazên nû di pirsên koçê de derdikevin. Mikael Sjöberg, birêvebirê giştî yê Daîreya karî ye:

-Siyaset herdem di guherînê de ye. Em bawer dikin ku ew yên di payizê de hatin Swêdê dê di 2017 de berê xwe bidin Daîreya karî. Herçend ev rapora me tenê ta 2017 jî lê em her zêdebûneke bêkariyê di nav vê grûpê di pêştir de jî dibînin.

Li gor Sjöberg, di nav vê grûpê de gelek kesên xwendê û xwedan şiyan hene lê ji bo ku ew karibin derbasî bazara karî bibin divê tedbîr û çereyên pêwîst bêne kirin, wekî pirsa ziman. Divê perwerdeya ziman baştir bibe û Daîreya karî jî peywendiyën baştir bi xwedanên karî re deyine.

   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".