Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dê penaxwazên bêhtir bêne mayene kirin

Hat weşandin onsdag 9 december 2015 kl 12.00
”Kêm diçin lênerîna tenduristiyê”
(2:29 min)
Foto: Jurek Holzer/TT
Foto: Jurek Holzer/TT

Divê penaxwaz bên mayene kirin, ango lênerîna tenduristiyê bikin, ji ber di halê hazir de tenê nîva hejmara penaxwazan vê lênerînê pêktînin. 

Wezîrê pirsên tenduristiyê Gabriel Wikström nuha ji Dezgeha tenduristiya gel û Birêvebiriya pirsên civakî xwestiye ku li ser vê mijarê kar bikin.

-Wikström behsa çareyên ji bo baştirkirina vê rewşê dike û dibêje ku kare derbarê karê grûpên mobîl ango gerok bin û mirov bibîne bê ev mayene çawa têne kirin û herweha bê mirov çawa kare vî karî hêsantir û kurtit bike da ku yên karmend bigihêjin mayeneyên bêhtir pêkbînin.

Di van sê salên dawî de kêmtir ji nîva hejmara penaxwazan hatine mayene kirin. Li gor Dezgeha tenduristiya gel beşek ji penaxwazan newêrin herin van mayeneyan û li tenduristiya xwe binerin, ji ber ew bi xwe nizanin bê wê çi tesîrê li rewşa wan bike. Lê kar e jî derbarê kêmasiyên ziman bin.

Hikûmet texmîn dike ku beşê wan kesên ku lênerîna tenduristiyê di wext de nakin dê bêhtir bibe, bi taybetî ji ber hatina hejmareke yekcar zêde ji penaberan bo Swêdê. Û ev yeka kare astengiyên mezin di pêştir de saz bike. Wezîrê pirsên tenduristiyê Gabriel Wikström careke din:

-Astengî û problema herî mezin ew e ku mirovên têne Swêdê belkî bi nexweşî û êşên cuda bin yên di wext de bi ser venabin û nabînin û ev dihêle ku siheta û tenduristiya wan xirabtir bibe. Belkî çare ji wan re di destpêkê de hebin lê eger dereng bibe kare bibe barekî giran li ser tenduristiya wan derengtir di jiyana de.

Nuha wê Dezgeha tenduristiya gel û Birêvebiriya pirsên civakî bi hûrî li pêwîstiya vaksînê, ango telqîhê, di nav penaberên nûhatî de binerin û herweha bê tercûmanên têr û kafî hene di warê lênerîna tenduristiyê de.

Derbarê van pirsan dê sibe, pêncşem, biryar li ser bêne wergirtin dema hikûmet civîna xwe pêltîne.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".