Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kontrolkirina sînorên Swêdê berdewam e

Hat weşandin onsdag 9 december 2015 kl 14.30
”Kontrolkirina sînoran karîger bû”
(1:27 min)
Foto: Ola Torkelsson/TT.
Foto: Ola Torkelsson/TT.

Dê sibe hikûmet biriyarê bide derbarê dirêjkirina kontrolkirinên sînorên hindirîn ta du heftiyên din jî.

Kontrolkirina sînorên hindirîn ya demkî derfeteke ku di peymana Schengenê de heye.

Ev kontrolên taybet ji 12 meha yazdan ve hatine danîn û ji destpêkê ve nêt ew bû ku di 10 rojan de berdewam be lê piştre ta 20 rojên din dirêj bû. Nuha îca du heftiyên din jî lê zêde bûye.

Li gor wezîrê pirsên hindirîn Anders Ygeman sînorê herî dawî şeş meh in. Li gor gotinên Ygeman ev kontrolkirin karîger bûn.

Wezîrê pirsên hindirîn dibêje ev kontrolkirin hiştiye ku kontroleke baştir li ser wan yên derbasî sînroên Swêdê dibin hebe û ku hem hejmara kesên daxwaza mafê penaberiyê li Swêdê kirine jî kêmtir bibe:

-Mebesta herî giring bi van kontrolkirinan ew e ku nizameke baş bên sazkirin û hayedariyeke baştir jî. Lê bi tevahî hikûmet siyasetekê birêve dibe da ku welatên din yên endam di yekîtiya Ewrûpayê de berpirsiyariyeke mezintir werbigirin.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".