Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nasname di tirên û basan de jî tên kontrol kirin

Hat weşandin onsdag 9 december 2015 kl 17.10
”Divê hejmara penaxwazan kêm bibe”
(1:22 min)
Foto: TT
Foto: TT

Hikûmet dixwaze nasnameyên xelkê di tirên û basan de jî kontrol bike. Ev pêşniyaza hikûmetê ya nû ye.

Îro wezîrê pirsên koçê, Morgan Johansson, di civîneke çapemenî de ragihand ku qanûn ji 21 meha duanzdan de dest pê dike, lê ji aliyê operatoran ve ango yên vî karî dikin, dê piştî serê salê dest pê bike.

-Em divê hejmara penaxwazên têne Swêdê kêm bikin. Me tenê di vê payizê de nêzîka 80 000 penaxwaz derbasî Swêdê kirine. Eger em tenê behsa wan yên li jêr 18 saliyê ne û bi tenê hatine Swêdê bikin wê demê em karin bêjin hejmar giheştiye 100 sefên dibistanê di heftiyekê de.

Morgan Johansson bi zehmetiya rewşê di herêmên sînoran de zane, lê li gor wî divê ev yeka  ber daxwaza hikûmetê ji bo kêmkirina hejmara penaxwazan bên danîn.

Li gor vê qanûna nû dê karmendên di şirketên tirên û basan de kar dikin vî karî pêk bînin.

Dê heftiya bê parlaman vê qanûnê têxe dengdanê de.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".