Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Nobel 2016

Îro xelatên Nobel pêşkêş dibin

Hat weşandin onsdag 9 december 2015 kl 17.38
Xelata herî birûmet ya cîhanê
(2:26 min)
JONATHAN NACKSTRAND
1 av 3
Peykerê Alfred Nobel li ber Karolinska Institutet. Wêne: JONATHAN NACKSTRAND/TT
Wesiyeta Alfred Nobel li Muzeya Nobelê li Stockholmê.
2 av 3
Wesiyeta Alfred Nobel li Muzeya Nobelê li Stockholmê. Wêne: JONATHAN NACKSTRAND/TT.
Roja pêşkêşkirina xelatên Nobelê
3 av 3
Wêne: JESSICA GOW

Wê îro xelatên Nobel ya warê aboriyê, fîziya, kîmiya, derman, edebiyat û wêjeyê û aştiyê li Stockholm û Osloyê bêne pêşkêş kirin. Lê gelo dîroka vê xelata giranbuha û navdar çiye? Û Alfred Nobel kiye?

Kaşifê dînamîtê Alfred Nobelê swêdî di wesiyeta xwe de nivîsî ku divê bi serwetê wî fonek were saz kirin û bi faîza vê fonê hersal kesên ku feydeya herî mezin dana mirovahiyê xelatekê werbigirin.

Gotinên di wesiyeta Alfred Nobel de bi swêdiya wê demê wiha tê nivîsîn, ” hvars ränta årligen utdelas som prisbelöning åt dem, som under det förlupne året hafva gjort menskligheten den största nytta.”

Xelata Nobelê cara pêşîn sala 1901êroja 5-saliya mirina Alfred Nobel hate dan.Dema şerê yekem  û yê duyemê cîhanê dihate meşandin ne di nav de, belavkirina xelatê û merasîma Nobelê hersal di heman rojê de tê kirin. Di dema şerê yekem û duyemê cîhanê de xelata Nobelê nehate belav kirin.

Alfred Nobel wesiyet kiribû ku xelat dê di 5 mijaran de were dan, fizîk, kîmya, bijîşkî, edebiyat û aşitî. Xelata Nobelê ya ekomoniyê peyre bi ser ve hate zêde kirin û  ji sala 1968an ve ji aliyê Banka Neteweyî ya Swêdê ve ji bo bîranîna Alfred Nobel tê belav kirin.

Xelata fizîk û kîmyayê ji aliyê Akademiya Zanistiyê ya Swêdê ve, ya bijîşkiyê ji aliyê Enstîtuya Karolînskayê ve, ya edebiyatê ji aliyê Akademiya Swêdî ve û ya aşitiyê jî ji aliyê Encûmena qanûnsaziyê ya Norwecê ve tê belav kirin.

Her xelatgirek 8 milyon kronî, medalyayekî Nobelê û dîplomayekê werdigire. Berî niha her xelat 10 milyon kron bû, lê ji ber ku faîza fonê daketiye pereyên xelatê jî daketine. Îsal jî her xelat ê 8 milyon kronî bide xelatgiran.

Heta niha 822 zilam, 48 jinan û 23 rêxistinan ji bo xebatên xwe yên ku feydeyên  mezin dane mirovahiyê xelata Nobelê wergirtine. Marie Curie ya fransî jina yekane ye ku xelata Nobelê ji carekê zêdetir wergirtiye. Marie Curie xelat di mijarên fizîk û kîmyayê de wergirtiye.

Heta niha xelatgirên edebiyatê herî zêde ji Fransayê derketine ku hejmara wan 10 e. Di mijarê zanistên xwezayê de DYA bi 258 xelatgiran serî dikişîne.  Ji Swêdê jî heta niha 30 kesî xelata Nobelê wergirtine, 8 edebiyat, 5 aşitî û 17 jî zanistên xwezayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".