Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Civîna Parîsê sibe tê bidawîkirin

Hat weşandin torsdag 10 december 2015 kl 12.01
"Zelalî bêhtir dibe û gavine baş hatine standin"
(1:38 min)
Många frågor återstår på klimatmötet. Foto: TT. Montage: Sveriges Radio.
Wêne: TT. Montaj: Sveriges Radio.

Rojek ji danûstandinên avûhewayê li Parîsê re maye, û hîn jî ne xuya ye bê ka hevpeymana ku tê dozkirin dê bikaribe were bicîkirin û ka wê xwe bigire yan na.

Doh êvarî reşnivîseke hevpeymanê hate pêşkêşkirin, û gelek welatan tirsa xwe anî zimên ku ev hevpeyman têr nake.

150 welatan hevgirtinek li dar xistiye, bi navê ”High ambition coalition”, wate koalîsyona daxwazên bilind. Lê ji tişta ku tê zanîn, heta niha van welatan tu lîste yan jî belge bi daxwazên xwe yên konkret pêşkêş ne kirine.

Tê texmînkirin ku bandora wan li ser danûstandinan û encamên wan mezin be

Meseleya çiqas ji bermayîyan gerek were daxistin, tenê pirseke besît e ji aliyê burokrasiyê ve. Pirsên din ên mezin û hinekî tevlihev ev in: şopandin û kontrolkirina tedbîrên ku li ser hatiye lihevkirin, kî dê alîkariyê bide û kî dê alîkariyê werbigire.

Wezîra jîngehê ya Swêdê Åsa Romson, ji Partiya Jîngehê, dibêje ku dîsan jî lihevkirina di danûstandinan de baş bûye:

- Ew reşnivîsa hevpeymaneke nû ji bo avûhewayê gihiştiye qonaxeke bilind. Naveroka wê hindekî kintir e, lê tedbîrên konkrettir tê de têne pêşniyazkirin. Herweha zelaliya derbarê pirsên zehmet ji aliyê siyasî ve, bêhtir dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".