Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet û Hevbend li dijî terorîzmê li hev in

Hat weşandin torsdag 10 december 2015 kl 13.36
Thommy Tengborg / TT
Dîmenek ji civîna çapemeniyê. Wêne: Thommy Tengborg / TT .

Hikûmet û partiyên hevbend îro lihevkirinekê li ser tedbîrên li dijî terorîzmê pêşkêş dikin.

Li gor agahiyên ku Radyoya Swêdê, Ekot, bi dest xistine lihevkirin ji 13 xalan pêk tê û gelek ji van pêşniyazan berî niha jî hatine bihîstîn.

Bo mînak qedexekirina rêwîtiya beşdarbûna rêxistinên terorîst û rawestandina alîkariya ji bo aktorên ku peyamên ku şidetê teşwîq dikin belav dikin di nav pêşniyazên lihyevkirinê de ne. Herwiha qaîde dê werine dijwar kirin da ku pasaportên swêdî neyêne îstîsmar kirin.

Lihevkirin bi civîneke çapemeniyê tê pêşkêş kirin û hevkarê me Hîwa Abdelzadeh li cih hazir e. Ew ê piştî civînê agahiyên zêdetir rapor bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".