Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Levakirina penaberan li YE ne adil e

Hat weşandin torsdag 10 december 2015 kl 16.30
"levakirina neadil rîskê diafirîne."
(1:22 min)
António Guterres
António Guterres li Helsînkiyê serdana penaberên nûhatî dike. Wêne: Thella Johnson/Sveriges Radio.

Serokê organa penaberan a Neteweyên Yekgirtî António Guterres, li ser levakirina neadil a penaberan a di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de fikaran dike.

Guterres dibêje ku levakirin bi awayekî adil neyê pêk anîn sîstema penaxwaziyê ya Yekîtiya Ewropayê dê bi rûxandinê re rû bi rû bimîne.

Guterres vêga ji bo pîrozkirina 60-saliya Fînland weke endama Neteweyên Yekgirtî li Helsînkîyê ye û ji dengê wî tê bihîstin ku ew li ser rewşa li Ewropayê hêrsbûyî ye.

Ew dibêje hem Swêd hem jî Fînland heta niha ji aliyê wergirtina penaberan ve di nav mînakên herî baş de bûn û sîstema wan hem ji aliyê heqê penaxwaziyê ve hem jî ji aliyê mafên mirovan ve gelekî baş dixebitî. Ew berdewam dike û dibêje Ewropa nikare van herdu welatan winda bike û xesareke mezin li xwe bike.

Guterres dibêje sîstema penaxwaziyê ya Swêd û Fînlandê ji mînakên herî baş ên cîhanê ne û divê ev sîstem xerab nebin.

Ew diyar dike ku hin welatên Yekîtiyê berpirsiyariya xwe ya di pirsa penaberan de nagirine ser xwe û ev tehdîdekê ji bo sîstema penaxwaziyê ya Yekîtiyê çê dike.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".