Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Gereke Ewrûpa dev ji durûtiya xwe berde"

Hat weşandin torsdag 10 december 2015 kl 17.39
"Hikûmeta Tirkî guhdariya kesî nake!"
(12 min)
Sezgin Tanrikulu, Galip Ensarioglu, Meral Danis Bektas och Metin Bakkalci. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Sezgin Tanrikulu (CHP), Galip Ensarioglu (AKP), Metin Bakkalci (Weqfa Mafê Mirovan), Meral Daniş Bektas (HDP). Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Parlamenterên kurd yên AK Partî, CHP û HDPê li Stockholmê hatin cem hev û rapora komîsyona Ewrûpa nirxandin.

Duh li avahiya bi navê Europahuset, ango “Xaniyê Ewrûpa” li Stockholmê semînereke berfireh hebû. Mijar gotûbêja li ser rapora komîsyona Ewrûpa ya derheqê pêşveçûnên Tirkiyê bû.

Amadekarên semînerê Komîsyona Ewrûpa û Komîteya Swêdî ya ji bo mafê mirovan li Tirkiyê ne.

Hem siyasetvanên ji Swêdê hem jî ji Tirkiyê wê raporê û pêşveçûnên li Tirkiyê gotûbêj bikin.

Di parlemana Tirkiyê de nûnerên çar partiyan hene. Ji van nûnerê AK Partiyê, CHP û HDPê beşdarî semînerê dibin, lê ji MHPê kes nîne. Isa Turan ji komîteyê dibêje wan MHP dawet nekirine û daxwazek ji wan jî nehatiye.

Semîner bi danasîna raporên çavdêran dest pê dike. Parlamentera partiya Moderatan û seroka desteya parlemanê ya rêxistina ewlekarî û hevkariya Ewrûpa (OSCE) Matgareta Cederfeldt behsa çavdêriya şandeya ku hilbijartina dawî ya Tirkiyê şopandiye dike. Cederfeldt ji ber benda %10, pirsgirêkên ewlekariyê, gefên li hemberî HDPê û cezadayinên dijberên Erdogan rexne li pêvajoya hilbijartinê kir.

Parlamentera Swêdî Desiree Pethrus ji Demokratên Xiristiyan û parlamentera YE Bodil Valero behsa karê xwe û nêrîna xwe ya derheqê tirkiyê de kirin.

Lê mijara sereke rapora Komîsyona Ewrûpa ye û ew ji aliyê Rainer Emschermann ve hate pêşkêş kirin. Piştî danasîna raporê êdî giraniya gotûbêjê dibe naveroka raporê.

Parlamenterê CHP Sezgîn Tanrikulu bi zimanekî tund rapor rexne kir û got Ewrûpa li gor berjewendiyên xwe li Tirkiyê dinêre. Ewrûpa xwe ji halê Tirkî ku her bajarek werdigere Bêrûdê nebihîstî dike û xwest Ewrûpa dev ji vê helwesta xwe ya ne di cî de berde.

– Peyama AK Partî ya ji bo Ewrûpa ev e: Min tişta ketiye ser milê xwe kiriye. Êdî te bivê min bihewîne nav xwe, te nevê nehewîne. YE jî li gor meslehetên xwe nêzîk dibe. Tirkî li hemberî hatina koçberan weke frên bi kar tîne. Mantiqê YE ev e: Bila di destê me de be lê nekeve hundir. Loma zimanê van raporan bi awayekî kontrolkirina hev tê nivîsandin.

Rexneyên parlamentera HDP Meral Daniş Beştaş yên li hemberî raporê ne kêmî yên Tanrikulu bûn. Beştaş got rapor ewqas dûrî rastiya Tirkiyê ye ku gava mirov dixwîne mirov nizane ew derheqê Tirkiyê de ye.

Ji bilî parlementeran kesekî din ku ji Tirkiyê hatiye sekreterê giştî yê Weqfa Mafê Mirovan Metin Bakkalci ye. Ew bi wêne û hejmaran wêneyekî kambax yê Tirkiyê radixe ber çavan. Hemû belgeyên derbarê rewşa Tirkiyê yên di destê wî de nîşan didin ku rewş xerabtir bûye û lewra di axavtina xwe de peyva herî zêde ew bi kar tîne mixabina ingilîzî “unfortunatelly” e.

Metin Bakkalci jî bêyî ku navê Komîsyona Ewrûpa bide rexneyan li raporê dike:

– Qîmetê van raporan li gor bê ew çiqasî rastiyê radixin ber çavan, çiqasî rêzê ji rastiyê re digrin e. Loma gereke ev rapor bêyî ku tu berjewendî berbiçav werine girtin bêne nivîsandin. 

Rainer Emshermann ku rapora komîsyonê di semînerê de pêşkêş kir li ser rexneyên li raporê hatine kirin naxwaze tu bersivan bide û daxwaza me ya hevpeyvîne qebûl nake.

Ji mêvanên semînerê ku ji Tirkiyê hatine tenha kesê ji rapora komîsyona Ewrûpa razî parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu ye. Ew behsa qanûnên nû yên hikûmeta xwe dike û rexneyan li HDPê digre.

Rewşa ku niha ber bi xerabûnê ve diçe ji ber destpêkirina şer e û ev şer jî li gor Ensarîoglu PKKê daye destpêkirin. Amanc rawestandina pêşveçûna Tirkiyê ye.

Ev gotinên parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu ne.

Bi raya parlamentera HDPê Meral Daniş jî tesîreke raporên Ewrûpa li ser Tirkiyê heye.

Metin Bakkalci ji Weqfa Mafê Mirovan dibêje ew zêde ne piştrast e ku Tirkî guh dide raporên Ewrûpa.

– Tesîra ku desthilatdariya siyasî ya îro Ewrûpa jî di nav de ji derveyî xwe digre mixabin pir kêm e. Hin hedef dayine pêşiya xwe, bi şêweyekî pragmatîk li gor wan tev digere û ev mirov dixe nav fikaran.

Heçî Sezgin Tanrikulu ye ew di wê baweriyê de ye ku qet tesîreke van raporan li ser Tirkiyê nîne:

– Ev 13 sal in ev rapor têne nivîsandin bêyî ku Tirkî guh dabe wan. Tesîra wan sifir e. YE van raporan li gor berjewendiyên xwe dinivîse, da ku qayîde were ciyê xwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".