Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelata Nobelê diçe ji Ataturk re

Hat weşandin onsdag 16 december 2015 kl 13.22
Sancar xelat radestî ordiya tirk kir
(2:47 min)
Nobelpristagaren i kemi Aziz Sancar och turkiske överbefälhavaren general Hulusi Akar visar upp Nobelmedaljen. Foto: Pool Photo via AP/TT
1 av 3
Wergirê xelata Nobelê yê kîmyayê Aziz Sancar û generalê tirk Hulusi Akar. Foto: Pool Photo via AP/TT.
Aziz Sancar bi formaya tîpa futbolê ya tirk.
2 av 3
Aziz Sancar bi formaya tîpa futbolê ya tirk. Wêne: Niklas Zachrisson/SR.
Aziz Sancar, xelatgirê kîmyayê ya Nobelê.
3 av 3
Aziz Sancar, xelatgirê kîmyayê ya Nobelê. Wêne: Niklas Zachrisson/Sveriges.

Xelatgirê kîmyayê ya Nobelê Aziz Sancar madalya û sertîfîkaya xwe ya Nobelê radestî fermandarê gîştî yê ordîya tirk Hulusi Akar.

Wergirê xelata nobelê di beşê kîmyayê de Aziz Sancar xelat teslîmî Hêzên Leşkeriya Tirk (TSK) kir da ku ew xelatê bidine mozeleya Ataturk.

Li gor medyaya Tirkiyê Aziz Sancar di serdana xwe ya Tirkiyê de bi serokkomar Tayip Erdogan û serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anî. Paşê wî medalya xwe ya nobelê û dîplom radestî Hêzên Leşkeriya Tirk kir da ku ew di 19ê gulanê de xelatê deynin mozeleya Mustafa Kemal Ataturk. 

Saziya ku nobelê dide Akademiya Zanistê ya Qiraliyetê (Vetenskapsakademin) gava ji bo şîrovekirina xelatê em li wan geriyan haya wan hêj ji meselê nebû.

Hans Reuterskiöld, berpirsê çapemeniyê li Akademiya Zanistê gava dibihîze ku Sancar xelat radestî ordiya tirk kiriye dikene û dibêje:

–Ne xweş e, haya min jê nebû. Lê ew naxwazin tu şîroveyan bikin.

Di çapemeniya Tirk de herwiha behsa salên ciwaniya Aziz Sancar têne belav kirin ku ew endamekî Ülkü Ocaklari bûye. Ev rêxistin  weke tevgera ”Gurên boz” yên girêdayî Partîya Tevgera Netewî, MHP, tê naskirin. Gurên boz û MHP di salên 1970yî û 1990î de tevlî gelek çalakîyên çekdarî û kuştina kesên çepgir, kurd û sivîlan bûbûn. 

Di serdana Tirkiyê de nûnerên rêxistinê jî çûne pêşwaziya Sancar. 

Hêj berya xelatê bigire Sancar ragihandibû ku wî bi saya perwerdeya sîstema Ataturk ev xelat sitandiye û digot ez ”millîyetçî me, ez ataturkçî me û bi vêya serbilind im”.

Radestkirina Aziz Sancar ya xelata Nobelê li cem ordîya tirk û dîyarîkirina wî ya vê xelatê ji bo mozeleya Anitkabirê li medyaya civakî bû sebeba nîqaşa ku gelo mirov dikare vê xelatê bide destê leşkeran. Û di înternetê de kampanya berhevkirina îmzeyan hatiye destpêkirin da ku ev xelat ji Aziz Sancar were paşvegirtin. 

Aziz Sancar yek ji sê lêkolîneran bû ku ji ber xebata xwe ya tamîrkirina DNAyê ya ji bo pêşîlêgirtina nexweşîyên wekî kanserê ji xelata Nobelê ya kîmyayê re layîq hatibû ditin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".