Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Desteka ji bo S û MP kêm dibe

Hat weşandin tisdag 22 december 2015 kl 09.52
S dadikeve, SD hildikişe
(2:05 min)
Delad bild: Stefan Löfven och Åsa Romson. Foto: Christine Olsson/TT samt Fredrik Sandberg/TT.
Stefan löfven û Åsa Romson. Foto: Christine Olsson/TT samt Fredrik Sandberg/TT

Desteka ji bo Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê tu caran mîna niha kêm nebûye. Û ya ji bo Demokratên Swêdê tu caran ewqas zêde nebûye. Ev encama lêkolîna Novus e.

Profesorê siyasetnasiyê li Zanîngeha Stockholmê Tommy Möller dibêje:

– Pirsa sereke ya Demokratên Swêdê penaberî ye û ev demek e dirêje penaberî û koçberiyê rojeva Swêdê girtiye, loma ev bi kêrî Demokratên Swêdê hatiye. 

Di lêkolîna Novus de desteka ji bo Demokratên Swêdê ji %20 xuya dike, yanî ew êdî bi şêweyekî cidî yek ji her sê partiyên mezin e. 

Di heman demê de piştgiriya ji bo Sosyaldemokratan daketiye %25.3 û yê Partiya Jîngehê %5.8. Tommy Möller dibêje raya giştî hikûmetê sist dibîne: 

– Hikûmeteke me ya lawaz vêga heye. Di heyama modern de tu caran belkî hikûmet ewqas lawaz nebûye. Di parlemento de rewşa wê lawaz e û di nav hikûmetê de li ser pirsên girîng dubendî hene. 

Lêkolîna Novus nîşan dide ku wekî din desteka ji bo partiyên din yên di parlemanê de hema hema weke xwe ye. Demokratên Xiristiyan bin benda ji %4 in, Partiya Ҫep û partiya Lîberalan tozekî rayên xwe bilindtir kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".