Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şîrketan guh dane gaziya hikûmetê

Hat weşandin tisdag 22 december 2015 kl 13.02
Şîrket nûhatiya digirine kar
(2:04 min)
Arbetsförmedlingen. Foto: Henrik Montgomery/TT.
Daîreya Kar (Arbetsförmedlingen) ji projeyê raziye. Foto: Henrik Montgomery/TT.

Hikûmetê berya niha bi amanca kesên nûhatî bikevine nav civatê de projeyeke bi navê ”Swêd tev de” (Sverige tillsammans) dabû dest pê kirin. Piştî vê gaziyê heta niha 200 şîrketî yan kar yan jî patîk dane kesên nûhatî.

Omar Tobba yê 33 salî li Sûriyê mihandizê mekîneyan e. Bi saya vê projeya hikûmetê Sweco mecala praktîkê daye wî.

– Di jiyana min de ev gava herî mezin e ku ez bikaribim ezmûna xwe ya di warê teknolojiyê germê de bi kar bînim. Û baş derbas dibe. Karmend hemû qenc in û alîkariya min dikin da ez fêrî şîrketê bibim. 

Hikûmetê ev proje di nîvê meha deh, cotmeha îsal de da dest pê kirin. Daîreya kar alîkariyê dide şîrketên ku dixwazin di nav projeyê de bin da ew kesên li gor xwe peyda bikin. Di nava du mehan de 200 şîrketî ragihandine ku ew dixwazin di projeyê de cî bigrin û 25 ji van şîrketan yên mezin in ku herî kêm 100 kes ji wan re lazim e. Yek ji van şîrketên mezin şîrketa Sweco ye. Åsa Bergman ji Sweco dibêje ji ber ku mîmar û mihandiz lazim in ew yên nûhatî dixwazin. Yanî rewşeke ku ji herdu aliyan re feyde ye heye. 

Daîreya Karî heta niha nizane bê ev 200 şîrket di zik hev de wê çend kar û praktîk bidin, lê hesab tê kirin ku tenê ev şîrketên mezin bikaribin 2500 kesî bigrin û daîre vê weke projeyeke serkeftî bi nav dike.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".