Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Balafirgeha Bromma nayê girtin

Hat weşandin tisdag 22 december 2015 kl 14.40
Parleman destûrê nade
(1:44 min)
Bild på Bromma flygplats. Foto: Lars Pehrson/TT
Balafirgeha Bromma. Foto: Lars Pehrson/TT

Hikûmet wê êdî li daxistina balafirgeha Bromma ya li Stockholmê neger, ji ber ku di parlemanê de piştgiriya ji bo daxistinê kêm e.

Anders Sundström koordînatorê pirsê dibêje: 

– Bi min ev biryareke baş e. Ev nîşan dide ku niha em ne li gorî Brommaya vekirî yan girtî, lê giraniya xwe didin tişta girîng. 

Par vî çaxî Anders Sundström weke koordînatorê balafirgeha Bromma hatibû hilbijartin. Yek ji pirsên li ser maseya wî ihtîmala girtina balafirgehê bû ku Partiya Jîngehê dixwest. Lê niha hikûmetê ji Anders Sundström re gotiye ew bila li ser vê pirsê raneweste ji ber ku ew êdî ne di nav hesaban de ye. 

Piraniya parlemana Swêdê li dijî girtina balafirgeha Bromma ye û heta niha du caran partiyên burjuva bi alîkariya Demokratên Swêdê dijberiya xwe ya resmî li hemberî daxwazê ragihandine. 

Partiya Jîngehê dixwest balafirgeh were girtin û li ciyê wê xanî werine ava kirin. Niha ji holê rabûna vê daxwazê Daniel Helldén yê ji Partiya Jîngehê mîna binkeftinekê dibîne.

– Bi min heyf e. Ji bo Stockholmê heyf e, ji ber ku li Stockholmê çêkirina xaniyan pêwist e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".