Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

KNK ji bo bakur banga çalakiyê dike

Hat weşandin onsdag 23 december 2015 kl 11.13
”Bajarên me dişewitînin”
(2:27 min)
Kemal Görgu från Kurdiska Nationella Kongressen om demonstrationen mot turkiska militären attacker i de kurdiska städerna. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio & Ömer Kusku, TT
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Kemal Görgü û wêneyek ji Cizîra Botan. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio & Ömer Kusku, TT

Îro piştî nîvro li Medborgarplatsen li Stockholmê ji bo balkişandina ser bajarên bakur xwepêşandanek tê li dar xistin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK banga çalakiyê dike û ji nûnerên KNKê Kemal Görgu dibêje amanc balkişandina êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarên bakurê Kurdistanê ye.

Heftiya derbasbûyî jî çalakiyeke kurd li ber parlemana Swêdê hatibû li dar xistin û hin çalakvan bêdestûr ketibûne hundirê parlemanê de. Ji ber aloziya derketibû giliyê çalakiyê li cem polîs hatibû kirin. Kemal Görgu dibêje ji ber rewşa awarte ya li welêt xelk pir aciz e, lê ew hêvîdar e xwepêşandana îro bê pirsgirêk derbas bibe.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".