Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaçaxiya mirovan zêde bûye

Hat weşandin onsdag 23 december 2015 kl 16.08
Qaçaxçî zêde dibin
(2:01 min)
Polisen utreder om falska pass tillverkade i Stockholm kan ha använts av människosmugglare. ARKIVBILD. Hasse Holmberg / TT
Hin qaçaxçî di rê de zordariyê li koçberan dikin. Hasse Holmberg / TT

Gava mirov bi par re dide ber hev hejmara qaçaxiya mirovan îsal ji %600 zêde bûye.

Gava mirov bi par re dide ber hev hejmara qaçaxiya mirovan îsal zêde bilind bûye. Di nava vê salê de heta niha li cem polîs giliyê 98 gumanbarên qaçaxiya mirovan hatiye kirin. Yanî ji %600 zêde bûye. 

Û herî zêde gumanbarên qaçaxiyê li başûrê Swêdê li herêma Skåne têne girtin. 

Pişka Televizyona Swêdê ya herêma Skåne li hemû sûcên qaçaxiya mirovn li Skåne û Blekinge yên ji meha 9 û pê de meyizandiye. Ji van dozan heta niha 17 kes hatine mehkum kirin û ceza xwarine. 

Herî zêde ji ber ku qaçaxçiyan bi pereyan xelk ji Elmanya derbasî Danîmarka kirine ceza xwarine. Lê carina wan şêwazên nemirovane jî bi kar anîne. Johan Larsson li Malmö dozger e: 

– Mesele qaçaxçiyan eşyayên xelkê ji wan standine, paseport ji wan girtine, yan jî di rêwîtiyê de li wan xistine da koçber serêşiyan dernexin. 

Ji aliyekî din mirov dikare bipirse bê gelo qaçaxiya mirovan û anîna wan ya welatekî ewle mîna Swêdê nikare weke xizmeteke însanî jî bê dîtin? Lê Johan Larsson dibêje ji aliyê qanûnî ve cudahiyeke wiha nayê kirin.

Eger ew xerîbekî bêpaseport û îqame be û destûra hatina Swêdê nebe û mirov wî bîne ev weke qaçaxî tê hesibandin û ceza tê dayin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".