Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bê nasname êdî kes nayê hewandin

Hat weşandin onsdag 23 december 2015 kl 16.21
Kontrola nasnameyan
(2:57 min)
Nyanlända flyktingar på Malmö Central Foto: TT. Montage: Sveriges Radio.
Ji 25 000 afganiyên hatine Swêdê tenê 18 kesan nasname nîşan dane. Foto: TT. Montage: Sveriges Radio.

Ji 4ê meha yekê çileya 2015ê û pê de penaberên dixwazin derbasî Swêdê bibin divê bikaribin nasnameyekê nîşan bidin.

Ji 4ê meha yekê çileya 2015ê û pê de kesên ji dewletên cîran dixwazin derbasî Swêdê bibin nasnameyên wan dê bêne kontrol kirin. Û ev qaîde wê tesîreke mezin bi taybetî li penaberên temenê wan bin 18 salî re ye bike. Ji ber ku zarokên bi tenê têne Swêdê hema hema tim bênasname ne. 

Îsal zêdetir ji 150 000 penaxwazî hatine Swêdê. Ji pênca çar mehaciaran gava doza mafê penaberiyê kirine nasname û belge ne bi wan re bûne.

25 000 ji penaberên ku îsal hatine zarokên afganî bûne. Wan bêyî dêûbavê xwe xwe gihandine Swêdê û doza mafê penaberiyê kirine. Ji van 25 000 tenê 18 kesan karîne nasnameyê nîşan bidin.

Katarina Nyberg ku serpereştiya pênc zarokên afganî dike û berdevka komeleya serperiştan (god man) dike vê yekê wiha şîrove dike:

– Li Afganîstan nufûseke qeydê ya bi rêk û pêk nîne. Di nav van çar salên dawî de yek zaroka ku nasname pê re hebe min nedîtiye.

Wezîrê Penaberiyê Morgan Johansson nexwest tu hevpeyvînan li ser pirsê bide, lê bi riya sekretera çapemeniyê wî bersiveke wiha şandiye: ”Di sala 2015ê de Swêdê ji hemû dewletên YE bêhtir zarok hewandine. Mebest bi tedbîrên hikûmetê ew e ku em bikaribin rewşê kontrol bikin û nehêlin krîza payîzê car din rû bide. Hejmara penaberan divê were kêm kirin û yên ku nasnameyên wan nebin bila serî li welatekî din bidin. Ev ne tenê ji bo grûpekê, lê ji bo herkesî derbas dibe”.

Lêkolerê koçberiyê Joakim Ruist tedbîrên hikûmetê di cî de nabîne. Bi raya wî penaxwaz wê bi riyên talûketir hewl bidin xwe bigihînin Swêdê û vêya dibêje:

– Ez bawer û hêvîdar im ku xelk pirsa sereke bibînin. Hikûmet û parlemanê mafê penaberiyê îlan kirine lê li gor wê nameşin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".