Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daxwaza daîreyeke wekheviyê ji hikûmetê tê kirin

Hat weşandin måndag 28 december 2015 kl 10.30
"Ev ji bo hikûmeteke femînîst girîng e."
(4:21 min)
Wezîra wekheviyê Åsa Regnér ji Partiya Sosyaldemokratan. Wêne:  Bertil Ericson/TT.
Wezîra wekheviyê Åsa Regnér ji Partiya Sosyaldemokratan. Wêne: Bertil Ericson/TT.

Lêkolîneke nû ya dewletî avakirina daîreyeke wekheviyê ya taybet pêşniyaz dike.  Û ji bo destpêkirina xebatên avakirina daîreyeke wiha ji hundir ve daxwaz ji wezîra berpirs Åsa Regnér tê kirin.

Hem rêxistina jinan a Sosyaldemokratan hem jî ya Partiya Jîngehê bawer dikin ku ji bo ferqa neadil a di navbera jin û mêran de kêm bibe daîreyeke taybet ku li ser pirsên wekheviyê hûr dibe lazim e.

Annika Hirvonen berdevka pirsên wekheviyê ya Partiya Jîngehê ye.

Annika Hirvonen dibêje, divê xebatên wekheviyê bi awayekî ku bêhtir stratejîk e werine meşandin, û divê berpirsek were tayîn kirin ku dikare bicihanîna hedefên wekheviyê bişopîne.  

Annika Hirvonen diyar dike ku îro xebatên li ser mijarê belawela ne û ti berpirsê giştî yê diyar nîne. Xebatên ku têne kirin bi rêkûpêk nayêne nirxandin û ev jî ber li siyaseteke nîzamî ya wekheviyê digire.

Lêkolîna nû ya li ser wekheviyê ku berî du mehan hate amadekirin nîşan dide ku pêşveçûnên ji bo civakeke wekhev hêdî dimeşin û heta pê di hin xalan de paşveçûn têne dîtin. Loma ev lêkolîna dewletî pêşniyaza daîreyeke pispor dike ku dikare xebatên li ser mijarê bi awayekî nîzamî bi rê ve bibe, bişopîne û binirxîne.

Di halê hazir de pêşniyaz li parlamentoyê di asta şêwirstandinê de ye û wezîra berpirs Åsa Regnér naxwaze fikra xwe diyar bike.

Regnér dibêje ew piştgirtiya analîz û encama lêkolînê dike ku pêşniyaza bihêzkirina birêvebirina xebatên li ser mijarê dike. Loma ew diyar dike ku pêşniyaza avakirina daîreyeke taybet balkêş e. Lê ji ber ku pêşniyaz di asta şêwirstandinê de ye ew dixwaze helwesta hikûmetê peyre diyar bike.

Ji hundirê hikûmetê ve daxwazeke mezin heye ku wezîra wekheviyê Åsa Regnér ê vê pêşniyazê qebûl bike. Li gor Partiya Jîngehê ji bo hikûmeteke femînîst ev gelekî girîng e. Rêxistina jinan a Partiya Sosyaldemokratan jî alîgirê pêşniyaza avakirina daîreyeke wekheviyê ye. Herwiha Partiya Çep jî ji zû ve ye ku daxwaza daîreyeke wekheviyê dike û berdevka pirsên wekheviyê ya partiyê Rossana Dinamarca hêvî dike ku pêşniyaz ê bi cih were.

Lê Partiya Demokratên Swêdê û hersê partiyên bûrjûwa – Moderat, Partiya Navendê û Demokratên Xristiyan bawer nakin ku daîreke taybet ê wekheviyê bi pêş ve bibe.

Desirée Pethrus Berdevka pirsên wekheviyê ya Partiya Demokratên Xristiyan e.

Desirée Pethrus dibêje weke prensîp em li dijî zêdekirina daîreyan in, em berevajiyê vê dixwazin daîreyan bigirin. Ew diyar dike ku li gor wan karê burokrasiyê ji xwe gelekî zêde ye û loma ew bawer nakin ku ev rêyeke rast e.

Lê wezîra wekheviyê ya berê ku ev lêkolîn da dest pê kirin Maria Arnholma ji Partiya Lîberalan diyar dike ku pêşniyaz balkêş e.

Arnholm dibêje li Swêdê rêyeke dirêj li ber gihîştina civakeke wekhev heye, loma eger daîreyeke ku xebatên li ser wekheviyê kontrol dike, zanyariyê berhev dike û xebatan ji bo pêşvebirina wekheviyê dimeşîne hebe heye ev fikreke baş be.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".