Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Êrîşên terorîstî yên yekkesî zêde dibin

Hat weşandin måndag 28 december 2015 kl 12.11
”Daiş êrîşên wiha teşwîq dike.”
(3:52 min)
Pisporê terorê yê Dibistana Bilind a Parastinê Peder Hyllengren
Pisporê terorê yê Dibistana Bilind a Parastinê Peder Hyllengren. Wêne: Hedvig Nilsson.

Li gor Europol van salên dawîn êrîşên terorîstî ku ji aliyê kesên bitenê ve têne kirin zêde bûne. Bawerî ew e ku şerê li Sûrî û Îraqê yek ji faktoran e.

 


Pisporê terorê yê Dibistana Bilind a Parastinê Peder Hyllengren salox dide ka ev terorîst çawa difirin

Global bifire, lokal hereket bike. Îdeolojiyeke me ya global heye, lê tu dikarî bi tenê hereket bikî û dikarî êrîşekê li ser nave rêxistinekê bikî. Hewce nake te ev rêxistin şexsen dîtibe, mirov dikare ji dûr ve îlhamê ji rêxistinê bigire. Fikra terorîstan ev e.

Van salên dawîn Brîtanya û Kanada jî di nav de alîgirên Daişê li gelek welatan êrîşên yekkesî pêk anîne. Peder Hyllengren dibêje êrîşa ser hunermendê swêdî Lars Vilks a li Kopenhagê jî yek ji êrîşen wiha ye ku terorîst amadehî û çalakiyan bi tena serê xwe dikin.

Li gor raporeke ku daîreya polîsan a ewropî, Europolê amade kiriye ev cureyên êrîşan hem li Yekîtiya Ewropayê hem jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêde bûne. Dema terorîst bi tenê hereket dikin peyda kirina wan zehmettir dibe. Biservebûna komên terorîstî hesantir e.

Peder Hyllengren dibêje di koman de ragihandin û têkilî lazim e, û wê demê îmkana şopandin û guhdarkirina komên terorîstî ya li ser mail, telefon û aletên din ên elektronîk mezintir e.

Paul Gill li Zanîngeha College Londonê lêkolînerê terorîzmê ye û ew li ser terorîstên bitenê hûr bûye.

Ew diyar dike ku haya rêxistina terorîst Daişê baş jê heye ku dema mirov bi tenê hereket bike daîreyên îstixbaratê zehmettir bi ser wan ve dibin, loma ew êrîşên wiha teşwîq dikin.

Gill dibêje bêguman e ku serokê Daişê hewl dide vê stratejiyê belav bike, ji ber ku haya wan baş ji zeafiyetên di xebatên kontraterorê de heye.  

Terorîstên bitenê di nav îdeolojiyên din de jî hene. Bo mînak li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê terorîstên ji rêxistinên rasîst û çepgirên extrem ji Ewropayê zêdetir in. Lê dîsa jî êrîşa herî mezin ku ji aliyê terorîstekî bitenê ve hate kirin ji aliyê Anders Behring Breivikê rasîst ve hate kirin ku ji rêxistinên rasîst ên li Amerîkayê jî îlham girtibû.

Serokê Polîsê îstixbaratê yê swêdî, Anders Thorberg dibêje divê haya me hem ji komên extrem ên rastgir hem jî ji yên çepgir hebe.

Thorberg dibêje li gor analîzên me tehdîda herî mezin di halê hazir de ji aliyên komên îslamî yên şidethez ve tê. Lê divê mirov ti caran dîqeta xwe winda neke. Divê mirov tim 360 dereceyan li dora xwe binêre û li ser rîskên mumkin bifire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".