Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şapeya zekemê di rê de ye

Hat weşandin måndag 28 december 2015 kl 15.34
"Divê komên rîskê xwe vaksîn bikin."
(1:11 min)
Fredrik Sandberg/TT.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT.

Tê texmîn kirin ku şapeya grîp ango zekemê dê piştî tatîla noelê dest pê bike. Wê demê mirov ji tatîlê vidigere ser kar û belavbûna zekemê jî zêdetir dibe.

 

Tê tewsiye kirin ku divê komên rîskê ango kesên ser 65 salan re, yên avis û kesên bi nexweşiyên kronîk û yên ku li dijî nexweşiyan zeîf in xwe aşî ango vaksîn bikin.

Anders Wallensten li Daîreya tenduristiya gel (Folkhälsomyndigheten) epîdemolog e. Ew dibêje heta niha ji sedî 37ê kesên ser 65 salan re xwe vaksîn kirine û ev li gor sezonê hejmareke baş e.

Zekem sedema herî mezin a mirinê ye, lê Anders Wallensten dibêje piraniya caran kesên ku dimirin bi zekemê nayêne teşhîs kirin. Gelek caran ji ber nexweşiyên din ên bo mînak weke îltihaba kezebê yan jî dilê zeîf dimirin ku bi zekemê re rû didin. Lê dema statîstîkên mirinê û yên zekemê werine danberhev mirov dibîne ku têkiliyek di navbera wan de heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".