Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd alîkariya KRG di lênerîna tawankaran de dike

Hat weşandin måndag 28 december 2015 kl 16.14
"Hem fêde li Swêdê dibe, hem jî li herêma Kurdistanê dibe"
(3:59 min)
Sarang Ahsani, handläggare vid internationella enheten i Kriminalvården, och en anstalt för män i Erbil, Kurdistan-regionen i Irak. Foto: Marcus Ericsson/TT & Matti Virkkunen/EU.
Sarang Ahsani, û zindaneke ji bo zilaman li Hewlêrê, ku alîkariyê ji vê projeya swêdî werdigire. Wêne: Marcus Ericsson/TT û Matti Virkkunen/EU.

Ev nêzîkî du sal in ku zindanên li Hewlêrê, Duhokê û Silêmaniyê alîkariyê ji Swêdê werdigirin, ji bo ku karê xwe yê guncandina kesên ceza xwarine di nav civakê de baştir bikin.

Proje di nîvê sala 2014an de dest pê kir, û sedema hilbijartina herêma Kurdistanê ji nav hemû deveran, xwestin û hewesa mezin a ku dezgehên herêmê nîşan dabûn. Ev yek li gorî Sarang Ahsani, ku li yekîneya navnetewî ya Dezgeha Lênerîna Tawankaran, Kriminalvården, kar dike û birêvebirê projeya li herêma Kurdistanê ye:

- Ew bi xwe me pêşî li Îraqê di nav karê misyonerî yê bi Yekîtiya Ewrûpayê re kar dikir, û piştî ku ew kar bi dawî bû, me dît ku li herêma Kurdistanê hem şert û mercên alîkarî ji bo vî karî heye, û hem jî heweseke ji aliyê dezgehên herêmê bi xwe hebû ku projeyeke wisa li wir were destpêkirin.

 

Ev proje giraniyê dide çar xalên bingehîn; ewleyîya kesên ku nuh ji zindanê derdikevin, guncandina wan di nav civakê de, danûstandina wan bi civakê re û terkîza li ser alîkariya jinên ku nuh ji zindanê derdikevin. Ev kar bi 2 şêweyan tê meşandin; perwerdekirina serkêşên zindanan, di warê karê strukturî de, û şêweyê din; alîkarî û perwerdekirina karmendên zindanan, wate ew dê çawa bi girtiyan re bidin û bistînin. Heta niha, li gor Ahsani, encamine baş ji vê projeyê hatine der. Ew dibêje ku zehmetî di karê alîkariya jinan de heye:

- Li hemû civakan, hetanî bi civaka swêdî jî, jinên ku dikevin zindanê de, û paşê jê derdikevin, mohreke reş li ser wan dimîne. Îcar li deverên ku ew parastina civakî pir kêm e, karê li ser parastina van jinan bi taybetî, û hemû kesan bi giştî, veguncandina wan di civakê de, hîn giringtir e.

 

Pereyên vê projeyê beşek e ji pereyên alîkariya ku Swêdê dide derveyî welêt. Û tê zanîn ku beşeke ji van pereyan hatibû qutkirin, ji bo ku li ser pêşwazîkirina penaberan were xerckirin. Lê ev proje ji ber vê qutkirinê nayê bidawîkirin, li gor Sarang Ahsani:

- Berî çend rojan ji me re hate ragehandin ku ev proje dê di 2016an de jî berdewam bike. Weke ku min got, ev proje heta niha bi awayekî serkeftî hatiye birêvebirin. Emê vî karî berdewam bikin, lê ka çi detayên ji bo karekî cuda di 2016an de dê werin pêkanîn, me hîn jî biryar li ser ne daye, derbarê vê yekê em diyalogê bi dezgehên herêmê re didomînin. Ez dixwazim tiştekî din jî bibêjim; hevkarên me yên swêdî ku li herêmê kar dikin, ew jî sûdeke pir mezin ji vî karê xwe werdigirin. Perspektîvên nû di vî warî de dibînin, ew fêr dibin bê civakên cuda çawa dikare tesîra xwe li ser karê bi girtiyan re bike. Wate, hem sûd li herêma Kurdistanê jî tê kirin, ku karê wan ê lênerîna tawankaran bi awayekî însanîtir tê meşandin, û hem jî sûd li Swêdê dibe, ku fêr dibin ku bi cureyên bêhtir ên tawankariyê re kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".