Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdiya dixwest here Daişê dîsan hate tewqîfkirin

Hat weşandin tisdag 29 december 2015 kl 09.42
Lêkolîn li Swêdê jî tê kirin
(0:57 min)
ISIS i Raqqa
Wêne: AP Photo.

Dadgeha Vîyenayê doh biryar da ku keça swêdî ya 17 salî, ku ji Linköpingê dixwest here nav Daişê, û li Awustryayê hate girtin, dîsan were tewqîfkirin heta mehekê bi pêş de.

Li gorî malbata keçê, wê plan dikir ku tevî rêkxistina terorîst ya Dewleta Îslamî, Daiş, bibe, û ev kiryar li gorî qanûna Awustryayê sûcdariyek e. Keç bi xwe dibêje ku tu planên wisa tune bûne, ew dibêje ku pêwendiya wê bi rêkxistinê re tune û ku dema ew hate girtin, berê wê ne ber bi Sûriyê ve bû.  

Dadger Christina Salzborn, li dadgeha herêmî ya Vîyenayê ji beşê Radyoya Swêdê P4 Östergötlandê re got ku keç careke din hate tewqîfkirin, û lêkolîn hîn jî berdewam e.

Di heman demê de, lêkolîn ji aliyê meclîsa navnetewî ya dozgeran li Swêdê tê kirin, derbarê têkilî û girêdanên li Swêdê bi vê kiryarê re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".