Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

¼ ji bavan izna dêûbavtiyê nastînin

Hat weşandin tisdag 29 december 2015 kl 12.16
"Bi bilindbûna perwerde û meaşan, bav bêhtir rojên bavtiyê distînin"
(1:27 min)
På Miljöpartiets kongress i Örebro är det strid om föräldraledigheten ska delas lika. Foto: Jessica Gow/TT.
Wêne: Jessica Gow/TT.

23% ji bavan, ango nêzîkî ji her 4 bavan yek, ku zarokên wan piştî 2012an ji dayik bûne, ne û rojekê jî ji izna dêûbavtiyê di 2 salên pêşî de nastînin, li gorî Televizyona Swêdê SVT.

Gelek caran, bav dimînin heta ku zarokên wan 2 salan temam dikin, ji ber ku ji 2-saliya xwe ve, zarok dest bi pêşdibistanê dikin. Kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, dibîne ku bav vê iznê bêhtir di rojên havînê û di tahtîlên noel û sersalê de jî distînin.

Televizyona Swêdê, SVT, ji Kaseya Sîgorteyê ev hejmar xwestin, ku nîşan dide ku bavên bi perwerdeyeke nizm, û bavên xwedî meaşên kêm, di 2 salên pêşiyê de izna bavtiyê nastînin.

Ji 3 bavan, 2 bav ku di salê de kêmî 142 000 kronan derdixin, ne û rojekê ji vê iznê berî 2-saliya zarokan ne standine. Ji bo bavên ku lîse ne xwendine, ev rêje 46% ye.

Li gorî Kaseya Sîgorteyê, mirov meyleke wisa di nav jinên bi meaş û perwerdeyên kêm de nabîne. Ew di her halî de izna dêûbavtiyê distînin.

Ji 10 bavên ku ji derveyî Swêdê ji dayik bûne, 4 bav tu roj berî 2-salbûna zarokên xwe yên ku 2012an ji dayik bûne, ne standine. Lê di nav grûpa kesên ji derveyî Swêdê çê bûne, bi bilindbûna perwerde û meaşan, bêhtir roj jî têne standin.

Izna dêûbavtiyê

Rojên dêûbavtiyê ku ji bo bavan hatine tayînkirin, bi swêdî ”Pappamånader”, di 1995an de hate bicîkirin. Yekser wê qanûnê bandora xwe kir. Di 2002an de meheke din jî hate tayînkirin ji bo ku bav li cem zarokên xwe yên nûçêbûyî bimînin, ku herweha di wê demê de jî bandorên xwe kirin. Niha piştî serê salê dê meha 3em ji bo bavan were tayînkirin. Ango berê 60 roj bûn, niha dibin 90 roj, ku divê dê û bav bistînin, û destûra wan tune ku wan rojan bidin hev. Ev guhertin ji aliyê hikûmetê ve hate bicîkirin, di dengdanê de Partiya Lîberalan û Partiya Çep piştgiriya hikûmetê kirin.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".